Encamên ewil ên hilbijartinê li Amedê diyar bûn

  • 19:23 14 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
AMED - Piştî bidawîbûna pêvajoya dengdanê,  di sendoqên ku li Amedê hatin vekirin de Partiya Çep a Kes û Kemal Kiliçdaroglu li pêş in.
 
Dengdana Hilbijartinên Serokomariyê û Hilbijartina Serdema 28'emîn a Parlamenteriyê bi dawî bû. Piştî biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a ku heta saet 21.00’an heta biryara duyemîn hatibû dayîn hat rakirin, diyarkirina daneyan hat destpêkirin. Hat dîtin ku Partiya Kesk a Çep  û yek ji namzetên serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu di sindoqên ku li Amedê hatin vekirin de li pêş in.
 
Li gorî daneyên 71 sindoqên ku li Amedê hatine vekirin, Partiya Çep a Kesk ji sedî 66,3, CHP ji sedî 6,32, AKP jî ji sedî 21 bûye. Her wiha hat diyarkirin ku di sindoqên ku hatine vekirin de yek ji namzetên serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu li pêş e.
 
Anîna denga ji bo YSK'ê dest pê kir
 
Piştî bidawîbûna proseya dengdanê, jimartina dengan li dibistanan dest pê kir û dengên dibistanên ku jimartina wan bi dawî bû, ji aliyê muşahîdên li gel polîs û cendirmeyan ve birin Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ya Amedê.