Partiya Vatanê 4 hezar û 83 kes bêyî îradeya wan kiriye peywirdarê sindoqê

  • 15:32 14 Gulan 2023
  • Rojane
ENQERE - Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku wan tespît kiriye ku birayên Serokê AKP’a Semsûrê li gel leşkeran li gund bi welatiyan dengên vekirî dane bikaranîn û ew ê li dijî hemû bêhiqûqiyan gilî bikin. Her wiha got:"Partiya Vatanê 4 hezar û 83 kes bêyî îradeya wan kiriye peywirdarê sindoqê. "
 
Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya HDP’ê û Nûnerê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
‘Beşdariya hilbijartinê ya zêde’ 
 
Mehmet Ruştu da zanîn ku ew ê wek Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê seranserî rojêdaxuyaniyan bidin û ew her bajêr û navçeyan dişopînin. Mehmet Ruştu bal kişand ser beşdariya hilbijartinê ya zêde û bang li her kesî kir ku biçin dengê xwe bi kar bînin û wê dengê xelkê bike ku Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve biçe. Mehmet Ruştu got ew ji niha ve spasiya gel dikin û hezkirin û hurmetên xwe ji wan re dişînin. 
 
Wê gilî bikin
 
Mehmet Ruştu bang li wezîfedarên fermî yên sindoqan kir ku ji bo hilbijartinek adilane derbas bibe divê wek “wezîfedarên îktidarê” nexebitin û dê derbarê Fahrettîn Altûn û Savci Sayan de ku hemû derfetên dewletê bo propaganda Erdogan bi kar tînin gilî bikin û her wiha dê giliyê hemû rayedarên qesrê û rêveberên AKP’ê bikin. 
 
Wê derbarê Partiya Vatanê de gilî bê kirin
 
Mehmet Ruştu diyar kir ku li Dîlokê bêyî xebera welatiyan wan wek muşahîdên Partiya Vatanê wezîfedar kirine û wiha got: “Li Dîlokê nêzî 2 hezar kesî ku em difikirin hilbijêrên Partiya Çep a Kesk in, gelek ji wan extiyar in, xwendin û nivîsandina wan nîne wek wezîfedarên sindoqan ên Partiya Vatanê hatine qeydkirin. Mixabin tu agahiya van welatiyên me ji vê yekê nîne. Dema çûne ser sindoqan ji wan re hatiye gotin dengê we ne li vir e. Hevalên me parêzer û rêxistina me bajêr û rêxistinên navçeyan mudaxileyê rewşê kirin. Em ê derbarê rêveberên Partiya Vatanê ku ev bêhiqûqî kirine, gilî bikin.” 
 
Bêhiqûqiyên ku heta niha qewimîne
 
Mehmet Ruştu bal kişand ser bêhiqûqiyên ku heta niha qewimîne û destnîşan kir ku li Rihayê alîgirên AKP’ê eşkere ango vekirî bi komî ray bi kar anîne. Mehmet Ruştu da zanîn ku ev sûce û wê gelê Rihayê xwedî li îradeya xwe derkeve. Mehmet Ruştu got ew ê li dijî bêhiqûqiyan heta dawiyê têbikoşin. 
 
Êrişî muşahidan kirine
 
Mehmet Ruştu anî ziman ku li gelek deveran pûsûlayên ku berê mohrê li bin navê Erdogan hatine xistin hatine dîtîn. Mehmet Ruştu destnîşan kir ku wan tespît kiriye ku li gundê Eskîtaşê ya bi ser navçeya Kolîka Semsûrê ve birayên Serokê AKP’a Semsûrê li gel leşkeran bi gundiyan dengên vekirî dane bikaranîn. Mehmet Ruştu got li gorî agahiyên hatine ber destê wan dadger çûye gund û derbarê mijarê de lêpirsîn daye destpêkirin û ew vê meseleyê ji nêz ve dişopînin. Mehmet Ruştu diyar kir ku li gundê Eşmê yê Qoserê jî alîgir û xizmên namzetê AKP’ê bi komî deng bi kar anîne û muşahîdên wan li dijî vê rabûne. Mehmet Ruştu da zanîn ku alîgirên namzetê AKP’ê êrişî muşahîdê wan kirine û du hevalên wan birîndar bûne û li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê tên dermankirin.