'Em bi biryar in desthilatdariyê bişînin sergoyê dîrokê!'

  • 09:03 9 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
Rozerin Gultekin 
 
STENBOL - Endama MYK’a Partiya Çep a Kesk Çîgdem Ozbaş diyar kir ku gel bi xwedîderketina li partiyê  peyama ‘em ne bê çareseserî ne’ daye desthilatdariyê û wiha vegot: “Yên vê desthilatdariyê bişînin jin in. Serkeftin wê ya jinan be. Em di vê hilbijartinê de bi biryar in ku desthilatdariyê bişînin ser ‘sergoyê dîrokê’.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî xetereya girtinê biryar girt ku bi Partiya Çep a Kesk biçe hilbijartinên serokomarî û giştî yên di 14’ê Gulanê de pêk tên. Partiya Çep a Kesk di 30’yê Adarê de danezan weşand û diyar kir ku wê bi dirûşma ‘Dîsa em’, ‘Em li vir in em ê bi hev re biguherin’ biçin hilbijartinan. Partiya Çep a Kesk ji aliyê gelan ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Bi milyonan kesî li qadên Newrozê diyar kirin ku wê desthilatdariya AKP-MHP’ê bi Partiya Çep a Kesk bişînin.
 
Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Çep a Kesk Çîgdem Ozbaş  têkildarî xebatên girîngiya hilbijartin û xebatên hilbijartinê axivî.
 
'Em bi biryar in destilatdariyê bişînin ser sergoyê dîrokê!'
 
Çîgdemê diyar kir ku feraseta dewleta otoriter 20 sal in eziyetên cuda bi gel daye kişandin û ji ber vê ji bo desthilatdariyê têk bibin bi salane têdikoşin. Çîgdemê wiha vegot: “Me desthilatdarî di hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an de têk bir lê bi awayekî dijhiqûqî di 1’ê Mijdarê de dîsa hat. Me du sal berê di kongreya xwe de hewcedariyên eniya demokrasiyê li ber çavan girt, ji bo hilbijartinê me dest  bi xebatan kir. Me di salekê xwe de xwe gîhand. Ji bo HDP neyê girtin me Partiya Çep a Kesk amade kiribû. Em niha bi Partiya Çep a Kesk diçin hilbijartinê. Lê em HDP’ê jî nadin girtin.”
 
'Gel ala partiya me hilda'
 
Çîgdemê bal kişand ser armanca partiya xwe û ev tişt bi lêv kir: “Armanca Partiya Çep a Kesk bi ya HDP û HDK’ê re heman e. Nûneriya wekhev, rêveberiya xweser û rêzdariya li hember xwezayê esas digire.  Sozên ji bo gel hatine dayîn di Metna progmatîk a partiye de wek ‘4 edelet’ hatin venasîn. Edeleta naskirinê, edeleta hawirdorê, edeleta avhewayê û edeleta îktîsadî.  Tiştê HDP’ê pêşniyar kiribû, wê hilberîna pir pêkhate û pir tifaqî be.  Me bi gotinên ‘Danezana hilbijartinê wê bibe danezana eniya demokrasiyê’ Metna Programatîk aşkera kir. Gel di demek kurt de xwedî li partî û xebatên xwer derket. Ji bo gel bû hêvî. Mînaka şênber di Newrozê de hat dîtin.”
 
‘Yên vê desthilatdariyê bişînin jin in’
 
Çîgdemê destnîşan kir ku bi siyaseteke ku mafê jinan xwezayê û jiyanê diparêzin diçin hilbijartina 2023’yan û bi lêv kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê û partiyên din ên di tifaqê de cih digirin dijminahiya jinê dikin û li ser vê siyasetê dikin. Çîgdemê ev tişt anî ziman: “Yên desthilatdariyê bişînin wê jin bin. Jin li dijî desthilatdariya ku dijminahiya jinê dike mafê wan xesp dike, der barê wan de biryarê dide wê serkeftinek mezin bi dest bixe. Serkeftin ya jinan e.  Partiya Çep a Kesk ku gelek pêkhateyên wê hene  armanc dike ku profîla parlamenteriya ku hemû aliyan dihewîne ava bike. Bi taybet bi jinan re di têkiliyê de ye û lîsteyek namzetiyê ya ku jinan temsil dike ava dike.”
 
Peyama zelal: Em ê bi hev re bi dest bixin
 
Çîgdemê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê kampanyaya hilbijartinê bi guherînek mezin pêk bînin û ev pêvajo gelek girîng e. Çîgdemê wiha dawî lê anî: “Em ê deriyekî nû vekin. Bi piştgiriya bê dayîn em ê li pêş tundî, newekheviya li hember jin karker û xwezayê bisekinin. Meclîsa partiya me bi baweriya tifaqên xwe, jin, ciwan û tevgera ekolojiyê re peyama ‘em ê bi hev re bi ser kevin’ dan. Çareserî di destê muxalefeta civakî de ye. Ez bang dikim ku hemû kes di bin Partiya Çep a Kesk de bên gel hev.”