Nasnama 21 zarokên erdhêjzede nayê zanîn

  • 22:05 8 Nîsan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî diyar kir ku hîna nasnameya 21 zarokên erdhejzede nayê zanîn.
 
Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî  der barê zarokên di erdhêjên navenda wê Mereş bû pêk hatin ji kavilan hatine derxistin û malbatên wan tune ne de daxuyanî da.
 
Wezaretê da zanîn ku hezar û 915 zarokên malbatên wan tunebûn ji bin kavilan hatine derxistin û hezar û 786 zarok piştî piştrastkirina nasnameyê teslîmê malbatên wan hatine kirin û 41 zarok li nexweşxaneyan dermankirina wan didomin. Wezaretê diyar kir ku nasnama 21 zarokî hîna tespît nebûye.