Li Amedê jinan dar çandin

  • 18:45 8 Nîsan 2023
  • Rojane
AMED – Di çarçoveya kampanyaya ‘Tu jî darekê biçine û jiyanê şîn bike’ ya ku Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê sala borî dabû destpêkirin , Komeleya Ekolojiyê ya Amedê jî li gundê Kabasakal a navçeya Sûrê dar çandin. 
 
Di çarçoveya kampanyaya ‘Tu jî darekê  biçine û jiyanê şîn bike” ya ku Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê sala borî dabû destpêkirin , Komîsyonan Jinan a Komeleya Ekolojiyê ya Amedê jî li gundê Kabasakal a navçeya Sûrê dar çandin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, Partiya Çep a Kesk, TUAY-DER û gelek kes tevlî bernameyê bû. 
 
Beriya çandina daran, daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de pankarta “Tu jî darek biçîne û jiyanê şîn bike” hat vekirin. Li ser navê jinan endama Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Leyla Çîte axavî. 
 
‘Ji bo jiyanek nû em ê bibin hêvî’
 
Leylayê anî ziman ku wek jin ew ji bo jiyanê ji nû ve şîn bikin û piştî êşa ku hatiye jiyîn, bibin hêvî daran diçinin û wiha got: “Bir darekî nû ve li dijî şer aştiyê, li dijî xirabiyê başiyê û xweşiyê bidin jiyîn em hatin licem hevdû. Wekî ku hûn jî dizanin di 6’ê Sibatê de erdhêja wê Mereş bû hat jiyîn û me gelek canê xwe winda kir. Ji ber rantê em di bin kavilan de man. Li dijî vê yekê jî bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê de bi dirûşmeya ‘tu jî darek biçine û jiyanê şîn bike’ kampanyaya ku da destpêkirin de wek Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, Platformên Ked û Azadiyê û jin piştgiriyê da vê kampanyayê. Em ê îro li vir çandina daran pêk bînin. Darên ku em ê biçinin diyariyê canên ku li Amedê jiyana xwe ji dest dan dikin. Ji bo jiyanê ji nû ve şîn bikin, bibin hêvî û têkoşînê bidomînin em ê darên xwe biçinin.” 
 
Piştre jinan dar çandin. Her wiha saet di 15.00’an de jî koma tevlîhev dar çand. Li vê derê jî Remziye Tosun a HDP’yî axivî. Remziye, bibîrxist ku li çar parçeyê Kurdistanê xwezaya Kurdistanê tê talankirin û axivî: “Bi kepçeyan xweza tê talankirin. Li dijî xwezaya ku di nava jiyanê de cih digire re tim talan didome.” Remziye, her wiha bal kişand ser 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Her der dibe jiyanek nû. Îro jî em bi minasebeta vê yekê li vê derê ne. Meha Nîsanê ji Gelê Kurd re pîroz be. Rojbûna Birêz Ocalan pîroz be.” 
 
Piştî axaftinê jinan bi peyamên xwe dar çandin. Piştre bername bi dawî bû.