Li Îranê êrîşên kîmyewî yên li dijî dibistanên jinan didomin

  • 15:49 8 Nîsan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê bûyerên jehrîkirina xwendekarên jin didome. Hat zanîn ku li dibistanên keçan ên bajarên Tahranê, Erdebîl û Neqede xwendekarên jin bi jehrê ketin û wan rakirin nexweşxaneyê.
 
Li Îranê bûyerên jehrîkirina xwendekarên jin didome. Li dibistanên keçan ên bajarên Tahranê, Erdebîl û Neqede xwendekarên jin bi jehrê ketin û wan rakirin nexweşxaneyê.
 
Li gorî dîmenên ku hatin weşandin, gelek xwendekar ji ber bêhn tengbûnê, lêdana bi lez a dil, serêş û tevizandin jiyan kirin û sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.
 
Tê diyarkirin ku bi vekirina dibistanan a piştî bêhnvedana Newrozê, Komara Îslamî ya Îranê ji bo jin û zarokên keçan ji şoreşa “Jina Azadî” dûr bixe, dest bi êrîşên kîmyewî û pergalî kir û her roj hejmareke zêde xwendekarên keç hedef digire.