Malbata Şenyaşar: Edalet mafê mirovahiyê ye

  • 15:32 8 Nîsan 2023
  • Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên Nobeda xwe ya Edaletê di roja 747’emîn de berdewam dike wiha gotin: “Edalet mafê mirovahiyê ye. Hikumeta ku qêrîna me ya edaletê nabihîze dê winda bike.”
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 747’emîn de berdewam dike.
 
Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Daxwaza edaletê ji ya hikûmeteke bê edalet, yek ji karên herî zehmet lê yê girîng ê cîhanê ye. Edalet mafê mirovahiyê ye. Hikumeta ku qêrîna me ya edaletê nabihîze dê winda bike.”