Li Şirnexê hevdîtina bi gel re: Ji bo çareseriyê em berpirsiyar in

  • 15:29 8 Nîsan 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Partiya Çep a Kesk li Şirnexê hevdîtina bi gel re pêk anî. Di hevdîtinê de Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û got: “Li dijî polîtîkayên neçareserkirinê, ji bo çareseriyê em berpirsyariyê digirin.”
 
Partiya Çep a Kesk li ber buroya hilbijartinê civîna gel li dar xist. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgûn Ûçar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), endam û rêveberên HDP û DBP’ê, MEBYA-DER, Komeleya Ziman û Çandê ya Bircabelek û gelek kesî beşdarî bernameyê bûn.
 
Bername bi girtina govendê, bi coşekê mezin dest pê kir. Girseyê gelek caran dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”,”Em ê bi ser bikevin”, “Azadî” berz kirin. Her wiha beriya axaftinan merşa Çerxa Şoreşê hat xwendin.
 
Ewilî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û diyar kir ku sekna gelê Kurd bersiva êrîşan e û got : “8 sal berê rejîma AKP û MHP’ê bi girankira tecrîdê li her parçeyên Kurdîstanê şer ragihandin û bi hemû derfetên xwe xwestin hebûna Gelê Kurd tune bikin. Lê divê were dîtin ku heya tecrîda li dijî birêz Ocalan neqede ne aştî tê vî welatê ne jî demokrasî. Lewra têkoşîna me yê ji bo Tirkiyeya demokratîk berdewam bike.”
 
‘Li dijî rejîma yek zilamî têkoşîn’
 
Dûvre Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun axivî û got: “Ev pêvajo bi têkoşîna ked û demokrasiyê dimeşe. Desthilatdariya heyî 20 sal in pergala xwe ji gelan re ferz dike. Gava me ya yekemîn ew e ku em ê nehêlin HDP’ê were girtin. Em têkoşîna xwe bi HDP’ê re dimeşînin. Bi têkoşîna gel, jin û ciwanan li dijî rejîma yek zilamî derbikevin û bi sîyaseta xwe ya Tirkiyeya Demokratîk bi hêztir bikin.”
 
Piştî axaftinan bername bi girtina govendê bi dawî bû.