Li Germiyanê buroyek ji bo pêşîlêgirtina tundiyê hat vekirin

  • 13:12 8 Nîsan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarokê Rizgarî yê Germiyanê buroya pêşîlêgirtina tundiya li hemberî jin û malbatê hat vekirin. Çalakvanan behsa zêdebûna daneyan kir, diyar kirin ku ji ber aşkeranekirina aliyên fermî daneyên tundîtûjiya li hemberî jinan veşartî maye.
 
Li bajarokê Rizgarî yê girêdayî Germiyanê buroya pêşîlêgirtina tundîtûjiya li hemberî jin û malbatê hat vekirin.
 
Li gorî daneyan li bajarok li gorî sala 2021’ê dozên tundiya li ser jinan kêm bûne. Bi vî awayî di sala 2021’ê de zêdetirî 230-240 dozên zagonî hatine tomarkirin lê belê di sala 2022’yan de kêm bûye, daketiye 210 dozan. Her wiha di nava çar mehên borî de 30-40 dozên jinan hatin tomarkirin.
 
Bûyerên tundiya li dijî jinan zêde bûne
 
Li gorî daneyên li bajarokê Rizgarî tundiya li hemberî jinan kêm bûye lê belê çalakvanan dan zanîn ku li tevahî herêma Kurdistanê bûyerên tundiya li dijî jinan zêde bûne. Ji ber ku di nûçeyan de derneketine û aliyên fermî diyar aşkera nekirine hejmara rast ev nîn e. Bi taybetî piştî biryara meha Hezîrana sala 2022’yan ku wezareta rewşenbîrî dabû, tê de diyar kiribû ku weşandina nûçeyên kuştin û xwekuştina jinan hatine qedexekirin. Ji ber wê yekê daneyên kuştina jinan zelal nîn in.