Dayikên Şemiyê yên çûn Qada Galatasarayê hatin binçavkirin

  • 13:04 8 Nîsan 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin, çûn qadê. Polîsan Dayikên Şemiyê dorpêç kir û ew kirin binçavan. 
 
Dayikên Şemiyê ji hefteya 700’î vir ve nikarin biçin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. Dayikên Şemiyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan û AYM’ê têkildarî dorpêça polîsan a li Qadê û astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê biryara “binpêkirina maf” da. Tevî vê biryarê jî Dayikên Şemiyê yên îro çûn Qada Galatasarayê û xwest çalakiya xwe li dar bixin. Polîsan carek din Dayikên Şemiyê dorpêç kir û destûr neda lidarxistina çalakiyê. 
 
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan tevî astengiya polîsan jî daxuyanî dan. Polîsan di nîveka daxuyaniyê de êrişî çalakiyê kir û ji bo binçavkirinê derdorê dorpêç kir. Di vê navberê de dayikan û parêzvanên mafê mirovan biryara AYM’ê bi bîr xist lê tevî vê yekê jî polîsan ew kirin binçavan. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Dayikên Şemiyê jî di nav de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. 
 
Li derdora Qada Galatasarayê ya li Cadeya Îstîklalê dorpêça polîsan didome.