ROJEVA 08'Ê NÎSANA 2023'YAN

  • 09:00 8 Nîsan 2023
  • Rojev
 
* Jinên ku ji bajarên cuda bi minasebeta 4’ê Nîsanê berê xwe dan Amarayê, banga şikandina tecrîdê kirin. Jinan, anîn ziman ku 24 sal in tecrîdek giran tê meşandin û gotin bi vê tecrîdê dixwazin dengê Abdullah Ocalan qût bikin, zext û zilmê li ser Gelê Kurd bikin e. BI DÎMEN
 
*Ekolojîst Derya Akyol bal kişnad ser qirina xwezayê, destnîşan kir ku desthîlatdariyê rewşa awarte ya di erdhejê de ragihand ji bo bidestxistina rantê bi kar anî û got ji bo parastina ekolojiyê têkoşîna hevpar divê. 
 
* Parlamentoya Ewropayê Komkujiya Halepçeyê wek ‘qirkirin’ nas kir.  Parlametnera Partiya Kesk Berîvan Aslan  diyar kir ku li Tirkiyeyê rûhevhatina bi qirkirinên siyasî re tune ye û got: “Welatê qirkirinê nas nakin, fikara wan a ku ligel aştî û aramiyê bin jî tune ye.” 
BI DÎMEN