Platforma Jinan a Rihayê bû mîvanê sifra fitarê ya malbata Şenyaşar

  • 21:36 7 Nîsan 2023
  • Rojane
RIHA -  Platforma Jinan a Rihayê serdana Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar kir û li ber edliyeyê bi hev fitar vekirin.
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşarê kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 746’an de berdewam dike.
 
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar îro ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê û li ber pankarta ku li ser "Ji bo malbata Şenyaşar edalet" dinivîse çalakiya xwe domandin.  
 
Platforma Jinan a Rihayê li ber edliyeyê serdana Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê kir û li vir bi hev re fitirîn. 
 
Endama Jinên TMMOB'ê Elîf Erdem ku li ser navê platformê axivî bi lêv kir ku ew dê li her derê bi malbata Şenyaşar re bin û got: "EmPlatforma Jinan me serdana Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê kir û em li vir dibêjin, em ê her tim bi malbata Şenyaşarê re di nava piştgiriyê de bin."