Li Artukluyê buroya Partiya Çep a Kesk hat vekirin

  • 18:59 7 Nîsan 2023
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Taxa Îstasyonê ya navçeya Artukluyê bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin. 
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê, li Taxa Îstasyonê ya Artukluyê buroya hilbijartinê vekir. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun û Necdet Îpekyuz û Cîgirê Serokatiya Giştî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Hasan Dagtekîn jî di nav de bi sedan kes tevlî vekirina buroyê bûn. Beriya vekirina buroyê govend hat gerandin û dirûşme hatin berzkirin.
 
Piştî vekirinê Cigirê Serokatiya Giştî ya PSK'ê Hasan Dagtekîn axivî. Hasan anî ziman ku ew ê bi Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd di hilbijartinêde daxwazên kurdan bînin ziman û got ku ji bo kurdî bibe zimanê kurdî û bibe zimanê fermî yê duduyan dê bitêkoşin. Hasan  destnîşan kir ku gel dê di 14'ê Gulanê de dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk û xwedî li vîna xwe dekreve û dawî li polîtîkayên zordestiyê bîne.  
 
Paşê Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun axivî û destnîşan kir ku ew ê di 14'ê Gulanê de desthilatê bişînin û wiha domand: "Çi dikin bila bikin em ê wan bişînin. Berê me behsa meseleya kurdî dikir. Lê niha em behsa hemû pirsgirêkên gelan dikin. Meseleya azadiyê meseleya kurd, tirk, ermenî, suryanî û elewiyan e û em ji bo hemûyan têdikoşin. Em ne bêçare ne. Gel li ber xwe dide. Gelê kurd li ber xwe dide. Serê gelê krud bilind e. Em ê bi serbilindiya dayikan, bi ser bilindiya gel di 14'ê Gulanê de vê faşîzmê têk bişikînin."