Partiya Çep a Kesk li Îzmîrê start da

  • 18:28 7 Nîsan 2023
  • Rojane
ÎZMÎR- Partiya Çep a Kesk li Îzmîrê starta li HDP’a Çîmentepe da. Jinan eleqeyek mezin nîşan da û gotin wê ji xebatan re pêşengiyê bikin.
 
Partiya Pêşerojê ya Çep û Kesk  (Partiya Çep a Kesk)  li nûneriya  partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Çîmentepe starta xebatên hilbijartinê da. Nûnerên HDP,  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî tevli bûn.
 
Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk axivî û diyar kir ku dest bi xebatên hilbijartinê kirine û got faşîzm nizane bi têkoşîneke rêxistinkirî ya çawa re têdikoşe. Bernameyê got wê 14’ê Gulanê de bersiva faşîzmê bidin.
 
Berdevkê HDK’a Îzmîrê  Mehmet Sabrî Gul jî anî ziman ku mehek ji hilbijartinan re meye û bang li gel kir xewdî li sindoqan derkevin û bibin muşahîd.  
 
Piştî axaftinan bername bi govenda hat gerandin bidawî bû.