Partiya Çep a Kesk li Haymanayê strarta xebatên hilbijartinê da

  • 16:40 7 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
ENQRE - Partiya Çep a Kes li Haymanayê jî starta xebatên xwe yên hilbijartinê da.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku biryar da bi Partiya Çep a Kesk tevli hilbijartinên Serok Komarî û yêngiştî bibe, li navçeya Haymana ya Enqereyê jî strarta xebatên xwe yên hilbijartinê da. 
 
Partîzanên ku endama Meclisa Patiyê ya HDP'ê Sevgî Sazan Kîşîn, Gultekîn Koçdemîr, Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pakîze Sînemlîoglu û Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Gulcan Tarkan jî di nav van de cih girtin, serdana Bazara Koylu Kir û belavok belav kirin. Herwiha bi Hevserokê HDP'ê yê Haymanayê Hamza Koç jî partîzanan kolana ku avahiya partiyê lê bû û avahîya partiyê bi alên partiyê xemilandin.
 
Em ê 100 parlamenterî derxînin
 
Partîzanên ku ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin, bi gel re sohbet kirin û gotin, "Em ê 100 parlamenterî derxînin."