Li Rihayê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin

  • 15:21 7 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
RIHA - Partiya Çep a Kesk li Taxa Mancê ya Rihayê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. 
 
Partiya Çep a Kesk li Taxa Mancê ya girêdayî navçeya navendî ya Eyyubiye ya Rihayê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Endamên Tevgera Jinên Azad, Meclisa Dayikên Aştiyê, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û bi sedan welatî beşdar bûn. 
 
Jinên ku bi stranên kurdî û tirkî yên Partiya Çep a Kesk re govend gerandin dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz a di vekirina buroyê de axivî wiha got: “Em ê xebatên xwe bi awayekî xurt bimeşînin. Em ê di van hilbijartinan de qezenç bikin û desthilata wan bi dawî bikin.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî Denîz Poyraz a di êrişa li ser Rêxistina HDP’a Îzmîrê de hate qetilkirin bi bîr anî. Ayşe, diyar kir ku di hilbijartinên 14’ê gulanê de wê hesabê Denîz Poyraz bipirsin û wiha berdewam kir: “Di van hilbijartinan de em ê ji kesên tehamula wan ji mafên mirovan, demokrasî û azadiyê nîne re yek bi yek hesab bipirsin. Em ji van hilbijartinan bi hêvî ne. Di van hilbijartinan de wê seltaneta AKP û MHP’ê têk biçe. 20 sal in pergala faşîst û nijadperest a AKP’ê tiştek neda gelan. Ev pergal dijminê jinan e. Dijminê gelê kurd e. Em ê di vê hilbijartinê de bi vê pergalê bidin windakirin.”
 
Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê qurdeleya mor a buroya hilbijartinê birî û buro vekirin.