Talîban vê carê jî hevpeyvîna bi jinan re qedexe kir

  • 14:05 7 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Helmandê ya Efganîstanê, ji aliyê rayedarên Talîbanê ve hat astengkirin ku rojnamevanek bi jinan re hevpeyvîn bike. Bi gotina "Ji jinan dûr bisekine" gef li rojnameger hat xwarin.
 
Li bajarê Helmendê yê Efganîstanê Talîbanê qedexe kir ku rojnameger bi jinan re hevpeyvînê bikin û gef li rojnamegeran xwarin.
 
Rojnamegerekî li herêmê ku ji ber ewlehiyê em nikarin navê wî bidin diyar kir ku biryara rêveberê rewşenbîrî û rewşenbîrî Meulwî Mihemed Qasim Riaz ji wan re hatiye ragihandin. Rojnameger her wiha diyar kir ku nûçeyên ku dixwestin der barê xebatkarên nexweşxaneyê û nexweşan de bidin ji aliyê rayedarên Talîbanê ve bi bertekeke tund hat astengkirin û piştre li ser hejmara xwe ya WhatsAppê bi nivîsa "Ji jinan dûr bisekinin" peyama gefxwarinê girtiye.
 
'Dixwazin dengê jinên li Helmandê bitepisînin'
 
Rojnamegerê diyar kir ku bi vê pêkanînên Talîbanê dixwazin dengê jinên li Helmandê bitepisînin û wiha bertek nîşan da: "Êdî qîmeta azadiya jinê û mafên jinan nema ye. Ger destûr nayê dayîn ku jinek hevpeyvînê jî bike em nikarin qala mafên jinan û mirovan bikin."