Tifaqa Ked û Azadiyê dê sibehê mutabaqata xwe ya hilbijartinê eşkere bike

  • 13:57 7 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tifaqa Ked û Azadiyê wê metna xwe ya mutabaqata siyasî û helwesta têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê roja Şemiyê eşkere bike.
 
Li gorî agahiyan, Tifaqa Ked û Azadiyê wê mutabaqata xwe ya siyasî û helwesta têkildarî hilbijartinê eşkere bike.
 
Civîn wê sibehê saet di 11:00 de li Yekîtiya Mulkiyeyan a Enqereyê pêk were û hevserok, hevberdevk, serok û nûnerên partiyên di nava tifaqê de ne beşdar bibin.