Rojnamevan Şoxan Mîrza: Ligel agirbestê êrîş dewam dikin

  • 09:24 7 Nîsan 2023
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX – Rojnamevan Şoxan Mîrza, pêvajoya li başûrê Kurdîstanê nirxand û destnîşan kir ku gelê Başûr biryara KCK'ê ya agirbest bi nirx dibîne. Lê hikumeta Başûr li heberî êrîşan bêdengiya xwe diparêze. Şoxanî Peymana Lozanê ya ku îsal dema wê tijî dibe jî bi bîr xist û got ku divê kurd yekitiya xwe ava bikin. 
 
Tevî biryara KCK’ê ya agirbestê ya piştî erdhejên 6’ê sibatê yên navenda wan Mereş, dewleta tirk êrîşên xwe yên di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên Herêma Federe ya Kurdistanê dewam. Di demeke ku êrişên hewayî yên dewleta Tirk didomin de Hevseroka KCK’ê Besê Hozat careke din ragihand ku biryara agirbestê ya hatibû dayîn heta piştî hilbijartinên 14’ê gulanê yên li Tirkiyeyê dirêj kirine. 
 
Rojnamevan Şoxan Mîrza, têkildarî mijarê ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Li şûna berjewendiyên gel ên malbatê li pêş in' 
 
Şoxan, di destpêka axaftina xwe de li ser rewşa başûrê Kurdîstanê sekini û wiha axivî: “Di sala 2014’an de dadgeha Fransayê di navbera Dewleta Tirk û hikûmeta Federe ya Kurdîstanê de peymaneke ku 50 salî derbasdar be çêkir ku herêma Kurdîstane bikaribe petrolê bide Tirkiyê. Piştî ku Iraq gilî li Fransayê kir ew peyman hate betalkirin û hat xwestin ku ev petrol û gaz êdî di bin çavdêrîya Iraqê de ji bo Tirkiyê were şandin. Piştî sala 2000’î Hikûmeta Herêma Kurdîstanê petrola Kurdîstanê di bin navê aboriya serbixwe de firot û soza jiyanek baş da gelê Kurdîstanê. Lê belê di van salên peymana di navbera Tirkiyê û Hikûmeta Kurdîstanê de çi qewimî nayê zanîn. Hikûmeta Kurdîstanê di wê naberê de soza ku dabû gel bi cih ne anî. Bi taybetî PDK'ê Herêma Kurdistanê xiste nava rewşeke gelek zehmet. Bi wateyeke din ji hatiniya nefta welat tenê rayedarên herêmê û malbatên wan sûd wergirtin. Her wiha Dewleta Tirk jî bi heman şiklî ji bo berjeqendiyên xwe bikar anî. Niha xelkê herêma Kurdistanê piştî biryara dadgeha Fransayê gihîştin wê rastîyê ku hukûmeta herêma Kurdistanê û alîgirên siyaseta wê  xizmeta gelê Kurdistanê nakin û tenê ji berjewendiyên xwe re xizmetê dikin.”
 
‘Êrîşên li ser gel berdewam in’
 
Şoxanê, destnîşan kir ku gelê Başûrê sîh sal in ji ber sîyaseta şaş û bêberpirsiyartiyê pirsgirêkan dijî û got: “Her di demên borî de ji bilî navê aboriya serbixwe, li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên siyasî û civakî bi pêş ketin. Saziyên hikûmetê di hemû waran de erka xwe pêk ne anîn û gelek çalakvan û rojnamevan bi îşkence û tundîtujiyê xistin girtîgehê. Ango ji bilî êrîşên dewleta Tirk êrîşên desthîlatdarên Herêma Kurdîstanê jî li dijî gel berdewam dikin.”
 
‘Başûrê Kurdîstanê ji bo pêhatina xwenên Tirkiyeyê girîng e’
 
Şoxanê, da zanîn ku Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd xwedî dîrokeke dirêj a dijminan e ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heger berjewendiyên dewleta Tirk nebe hemû kurdan terorîst dibîne. Dewleta Tirk biryara tunekirin û qirkirina Kurdan daye û êrîşên li ser herêmên Kurdistanê û bi taybetî jî li ser herêma Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Her wiha li ser Başûrê Kurdistanê jî piraniya êrîşan bi balafirên bê mirov û torên sîxuriyê yên birêxistinkirî tên birêvebirin. Zihniyeta dagirkerî û faşîzmê li pey tu pîvanên mirovî naçe û hewl dide axa Kurdistanê zêdetir dagir bike. Bi taybetî jî başûrê Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê gelek giring e û xewneke wê ya ku xaka herêma Kurdistanê bi dest  bixe heye. Niha qereqol û baregeh li ser sînorê Başûrê Kurdistanê çêkirin û êrişî ser deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Gelek caran wan deveran bi çekên qedexekirî topbaran dike û zarokên Kurd dike armanc. Bi salan e gundên li ser sînorê Herêma Kurdistanê topbaran dike û di encamê de gelek rez û malên gundîyên ziyan dîtine û bûye sedema valakirina wan deveran. Tişta mirov xemgîn dik ew e ku ne hikûmeta herêma Kurdistanê û ne jî hikûmeta Iraqê li hember van êrîşên Tirkiyê yên li ser başûrê Kurdistanê nebûne xwedî helwesteke tund.”
 
‘Kurdên aştîxwaz li dijî êrîşan xwedî hewlwest in’
 
Şoxanê, bal kişand  ser biryara KCK’ê ya bêçalakîtîyê û got: “Bêguman di dîroka têkoşîna Tevgera Azadiya Gelê Kurd de, Gelek caran KCK'ê ji bo berjewendiyên gel agirbest ragihandiye. Cara dawî ji ber erdheja Tirkiye û bakurê Kurdistanê ku bi hezaran mirovan ji gelê me û gelên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane KCK'ê agirbest ragihand. Rixmî rewşa xemgîn a welêt weke helwesta daîmî dewleta Tirk agirbesta  KCK'ê cidî nedît û êrîşên xwe yên li hemberî gerîla û gelê me, bêyî rewşa xitimandî ya gel binirxîne dewam kir. Lê tê payîn ku di zihniyeta faşîzm û xwerêvebirinê de dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan û AKP - MHP'ê kiryarên xwe yên dijminane li dijî gelê Kurd bidomîne. Li her derê cîhanê Kurdên aştîxwaz û azadîxwaz li hemerî dewleta Tirk xwedî helwest in. Bêguman li başûrê Kurdîstanê jî êrîşên Tirkiyê tên şermezar kirin û helwesta KCK’ê tê nirxandin. Dibêjin ku biryara KCK'ê bi temamî bi rêgezên mafên mirovan re bûye yek û bi nirx e.”
 
‘Bi her awayî êrîş dike’
 
Şoxanê, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê bi dagîrkirina xakê, bi rêbaza şerê taybet jî hewl dide Kurdistanê dagir bike. ŞoxanÊ, got: “Ji ber ku wan welatê xwe li ser xak û malên Kurdan ava kirine û di seranserê dîrokê de hewl dane ku kurdan bindest bikin  berteka kurdan a li dijî xwe bi êrîşên dijminane bieçiqînin.  Hebûn kurdan hatiye înkarkirin û mafên wan hatiye binpêkirin. Lewra ev nêzî 50 sal in hêzên parastina gel li dijî êrîşên Tirkiyê têdikoşin. Ji bo azadiya Kurdistanê xwîn hatiye rijandin, niha jî dewleta Tirk bi her cûre çekên qedexe êrîş dike. Gelê Başûr bi parastin û berxwedana gerîlayan serbilind e û gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê piştgiriyê dide ked û fedekariyên gerîlayan. Lê di asta hikûmet û rayedarên başûr de li hemberî êrîşên Tirkiyeyê helwesteke berçav nayê nîşandan. Bêdengiya wan a li hemberê kiryarên dijmin ên dewleta Tirk berdewam e.”
 
‘Pêwîst e kurd hemû nakokiyên xwe bi dawî bikin’
 
Şoxanê, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha gelê Kurdistanê li başûr li benda hilbijartinên Tirkiyê ye û hêvî dikin ku deshilatdariya Erdogan bi dawî bibe û Partiya Çep a Kesk bibe serkeftiyê hilbijartinan. Tê hêvîkirin ku bi dengên pêwîst dê têkoşîna azadiya Kurdistanê bigihîne qonaxeke din û miletê me li bakurê Kurdistanê di çarçoveya Tirkiyeya demokratîk de bigihêje mafên xwe yên qanûnî. Bê guman ji bo ku îsal peymana Lozanê bi dawî dibe, pêwist e ku kurd hemû nakokiyên xwe bi dawî bikin. Bi yekitiyê azadiya  kurdan nêz e. Gelê Kurd divê xwe ji bo guhertinên li herêmê rû didin amade bike. Ji ber ku eger kurf nebin yek û bêdeng bimînin îhtîmala çêkirina peymaneke din a mîna Peymana Lozanê çêbibe û Kurd ji destkeftiyên xwe yên ku bi dest xistine gelek ziyanê bibînin.”