Înfaza girtiya nexweş Leyla Nergîz 3 caran hat şewitandin

  • 09:05 7 Nîsan 2023
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Leyla Nergîz a 7 sale girtiye 3 caran infaza wê hat şewitandin û tahliyekirina wê hat astengkirin. Malbata wê diyar kir ku Leyla nexweşe û divê demildest dawî li vê pêkanînê bê anîn.
 
Lijneyên Şopandin û Îdarê ya di sere sala 2021’ê de bi qanûna ket meriyete li girtîgehan hatin avakirin, der barê girtiyên siyasî de bi hincetên wekê govend gerandine, stran gotine lêpirsînên dîsîplînê vedikin, parvekirinên li ser çapemeniya civakî yên berê kirine dikin hinceta şewitandina înfazê. Bi hevkariya lijneya şopandinê li girtiyan ‘poşmanî’ tê ferzkirin û pirtûkên dixwînin, daxwaznameyên dinivîsin hemû bi awayekî kêfî dibin sedema cezayên dîsîplînê. Ev cezayên disîplînê jî astengiya tahliyeyan bixwe re tîne.
 
Yek ji girtiyên nexweş ku tahliyekirina wê tê astengkirin Leyla Nergîz ya li girtîgeha Jinan a Tarsusê dimîne ye. Leyla 7 sale girtiye, cezayê wê qedyaye lê bi hincetên vala înfaz tê şewitandin. Malbata Leylayê der barê pêvajoyê de axivî.
 
‘Înfaza wê her tim tê şewitandin’
 
Malbatê destnîşan kir ku Leyla 7 sale girtiye û wiha vegot: “Divê Leyla 30’ê Midjara 2022’yan de tahliye bibûna. Beriya wê lijneyê  biryar girtiye û înfaz sê meh hat taloqkirin. Divê di 28’ê Sibatê de derketiba. Lê dîsa lijne kom bûye ji Leylayê pirsîne PKK rêxistina terorê ye an na. Leylayê bersiva ‘na’ daye. Li ser vê înfaz dîsa hat şewitandin û 6 meh hat taloqkirin. Tevî ceza qedyaye bi awayekî kêfî bernadin. 7 sal cezayê Leylayê bû. lê dixwazin bi şewitandina înfazan derxînin 9 salan.”
 
‘Mafê dermankirinê tê astengkirin’
 
Malbatê balkişand ser nexweşiya Leylayê û ev tişt anî ziman: “Leyla ji çîma xwe astengdar û birîndar e. Li wir nikare bijî. Rewşa tenduristiya wê nebaş e. Divê ev pêkanînên kêfî bên rakirin. Li girtîgehê nayê dermanikrin. Dema li Sîncanê bû me bi hevkariya parêzeran bi hevkariya parlamenteran emelyet kir. An wê çîma wê bihata jêkirin. Emeliyet bû. Platîn derxistin. Lê ji ber sermaye her tim bi enfeksyonê diket. Êşa wê pir bû. Nikaribû rabe û rune. Tuwalet ji ber alaturkaye nikare bikar bîne. Klozet tunebe pirsgirêkan dijî.”
 
Banga tahliyeye
 
Malbatê wiha dawî lê anî: “Piştre greva birçîbûnê Leylayê zêdetir zehmetî kişand. Miroveke ku cezayê wê qedyaye bi hincetên kêfî tê giritn. Ev ne tiştekî adîlaneye. Poşmaniyê li mirovan ferz dikin. Mirovek evqas sale girtiye van pirsan jê dipirsin. Pêvajoya erdhêjê de divê li derve be. Malbat mexdure divê ji ber vê bê berdan.”