Tecrîda Îmraliyê bi girtîgehên tîpên nû tê meşandin

  • 09:03 7 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL- Parêzeran diyar kirin ku modela tecrîda taybet ya li Îmraliyê niha bi girtîgehên tîpên nû tê meşandin û got: “Her name, pirtûk û karê destan yên girtiyan berxwedanek li dijî tecrîdê ye. Divê her kes xwedî li vê têkoşîn û berxwedanê derkeve.”
 
Tcrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan bandor li ser hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê dike. bi polîtîkayên tecrîda li girtîgehan armanc dikin ku girtiyan ji civakîbûnê dur bigirin û bi derve re têkiliya wan qût bikin. Tecrîd ku di rojeva her kesî de ye li her alî cîhanê li dijî tecrîdê têkoşîn tê dayîn û tê xwestin ku di serî de Rêberê PKK’ê û hemû girtiyên siyasî bên berdan.
 
Tecrîd bi tîpên nû tê meşandin
 
Modela tecrîda taybet ya li Îmraliyê niha hewl tê dayîn bi girtîgehên tîpên S,M,L û Y bikin jiyanê.  Însiyatîfa Piştevaniya Girtiyan (TDÎ) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 26’ê Adarê de li Stenbolê sempozyuma ‘di înfazê de wekhevî û mafê hêviyê’ pêk anî. Parêzer Gul Altay û Seda Şaraldi ku tevli sempozyumê bibûn der barê tecrîda giran û girtîghên tîpên nû de ji ajansa me JINNEWS’ê re nirxandin kirin.
 
Biryarên kêfî yên lijneyê!
 
Parêzer Gul Altay da zanîn ku girtiyên cezayên xwe ji 4’an 3 temam kiribin, ger cezayê wan yê dîsîplînê û rewşa wan a baş hebe têr dike û got: “ Der barê girtiyan de biryarên kêfî tên dayîn. Di lijneyê de girtiyan derdixin mulakatê. Girtiyên navbera 45-80 puan bigirin ‘rewşa wan baş’ tên hesibandin. Lê li girtîgeha Gîresunê girtiyek 48 puan digire jî dîsa  rewşa baş nayê hesibandin. Girtiyekî Elewî bi hincneta bi mele re hevdîtin nekiriye, girtiyekî din bi hinceta neçûye psikolog. Ev hemû puanên kêm tên nirxandin. Li Tekîrdagê ji girtiyekî re dibêjin çima navê zarokê te Kurdî ne.”
 
Li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar
 
Gul wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo infaza girtî bê şewitandin divê poşman bibe an jî derbasî koxuşa serbixweya bibin. Ji bo dawî li tecrîd û binpêkirina mafan bê anîn di serî de rêxistinên mafên  mirovan divê denge xwe bilind bikin. Li dijî tecrîdê divê têkoşîna hevpar bê meşandin.”
Hedef bê mirovhiştin e!
 
Parêzer Seda Şaraldi jî  destnîşan kir ku tecrîd rêbaza îşkencê ye û wiha dirêjî daye: “Tîpên girtîgehan bi F destpê kirin û îro tîpên din tên avakirin.  Tîpa Y û S, Ewlehiya Bilind mînakin. Tîpên Y sê katin û modela girtîgehên Amerîkayê ne.  li van girtîgehan girtî tenê tên hiştin û tecrîd pêk tê. Hewadanka hucrê tune ye. Ji bo hewayê bigirin girtiyan saetekê dibin cihekî din. Mafê sohbete bi girtiyên din re bisînor e. Girtîghên Tîpa S jî ku girtiyên surgunkirî lê bicih dikin, hedefa wan tenêhiştin e. Beriya Tîpa Y û S bên vekirin gotin wê girtiyên muebeta giran li van deran bên bicihkirin. Lê piştre girtiyên din jî birin wir. Divê demildest dest ji vê polîtîkayê berdin.”
 
Fikr û nêrîn dîl tên gitin
 
Sedayê balkişand ser tecrîdê û bi lêv kir ku tecrîd li hemû girtîgehên Tirkiye, Kurdistanê tê meşandin û wiha dawî lê anî: “Ev polîtîka bi zanebûn tê kirin. Bi tecrîdê  fikr û nêrîn dîl tên girtin. Girtiyên şoreşger di hucra de digirin. Dixwazin dest ji fikr û nêrînên xwe berdin. Li dijî tecrîdê berxwedan didome. Li dijî tecrîdê divê xwedî li piştevaniyê  bê derketin. Ji bo piştevanî xurt bibe divê her kes berpirsyariyê bigire ser xwe.”