ROJEVA 07'Ê NÎSANA 2023'YAN

  • 09:00 7 Nîsan 2023
  • Rojev
 
*Jiyan bi giştî lêgerînê ferz dike. Xwegîhandina zanîna jiyanê zehmet e. Ya esas pirsên derbarê jiyanê de ne. Dîtin, mereqkirin, nêrîn, hiştina vekirina dilê xwe, fêrkirin û bidestxitin. Divê têkiliya dil û mejî ji hev qut nebe û fêmkirin pêk bê... JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Leyla Nergîz a 7 sale girtiye 3 caran infaza wê hat şewitandin û tahliyekirina wê hat astengkirin. Malbata wê diyar kir ku Leyla nexweşe û divê demildest dawî li vê pêkanînê bê anîn. 
 
*Rojnamevan Şoxan Mîrza, pêvajoya li başûrê Kurdîstanê nirxand û destnîşan kir ku gelê Başûr biryara KCK'ê ya agirbest bi nirx dibîne. Lê hikumeta Başûr li heberî êrîşan bêdengiya xwe diparêze. Şoxanî Peymana Lozanê ya ku îsal dema wê tijî dibe jî bi bîr xist û got ku divê kurd yekitiya xwe ava bikin. 
 
* Mexdûra erdhejê Gulseren Durmaz diyar kir ku ew meha Remezanê xemgîn derbas dikin û got piştî erdhêjê dewletê peywira xwe neaniye cih û got ew heqê xwe helal nake. DÎMEN HEYE
 
*Parêzeran diyar kirin ku modela tecrîda taybet ya li Îmraliyê niha bi girtîgehên tîpên nû tê meşandin û got: “Her name, pirtûk û karê destan yên girtiyan berxwedanek li dijî tecrîdê ye. Divê her kes xwedî li vê têkoşîn û berxwedanê derkeve.” DÎMEN HEYE