Dayikên Gerîla ji bo Harun Elbek daxuyanî dan

  • 14:04 6 Nîsan 2023
  • Rojane
 
HELEB - Dayikên Gerîla ên Taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê bi daxuyaniyekê girtina şervan Harun Elbek ku ji aliyê sîxurên dewleta tirk ve li Şirnexê hatibû girtin, şermezar kirin.
 
Dayikên Gerîla ên Taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê bi daxuyaniyekê girtina şervan Harun Elbek ku ji aliyê sîxurên dewleta tirk ve li Şirnexê hatibû girtin, şermezar kirin.Daxuyanî li pêşiya Navenda Kongreya Star a li milê xerbî ya taxê dikeve, hat xwendin. Bi amedebûna Dayikên Gerîla, endamên saziyan û gelek kesan daxuyanî hat dayin.
 
Daxuyanî ji aliyê dayikek şervanê azadiya Kurdistanê, Fatem Hesen ve hate xwendin. Di daxuyanî yê de wiha hat gotin:"Em bi navê Dayikên Gerîla îxaneta ku bi serê heval Harun de hatiye kirin her wiha bi serê hemû gelê kurd de hatiye kirin, bi hêrs şermezar dikin.
Mixabin di dîrokê de koka xiyanetê ji mêj ve heta roja îro di dilê lawazên Kurdistanê de hatiye çandin û îxanet hê jî didome û me dît ku çawa rêheval Harun li gundekî ku diaxive, hate girtin. Mixabin xiyanet ji bo wî bû kemîn û bi awayekî bêexlaqî teslîmî cendirmeyên tirk hat kirin. Gerîla ji bo rûmeta gel, bidestxistina azadiya xwe, rizgariya ji zilmê û rûbirûbûna rejîmên faşîst canê xwe dane. Dayikên gerîla dil û can in, azadiyê dixwazin."
 
Di dawiyê de dirûşma "Bimre îxanet, azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyan" hat berzkirin.