Destdanîn ser wêneyê Jîna Emînî yê ku Neşe Toprak xêz kir

  • 11:33 6 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Rojnameger Neşe Toprak a ku di girtîgehê de ye, bi wesîleya 8'ê Adarê name û wêneya Jîna Emînî ya ku li ser lacikê xêz kiribû û xwest bişîne ajansa me. Lê rêveberiya girtîgehê destdanî ser name û lacika ku wêneyê Jîna Emînê li ser heyî. 
 
Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan gihiştiye asta îşkenceyê, ev pêkanîn roj bi roj zêde dibin. Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê yek ji girtîgehên ku binpêkirinên mafan lê zêde dibin e. Rojnameger Neşe Toprak a ku di girtîgehê de ye, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê
wêneya Jîna Emînî li ser lacikê xêz kiribû û xwestibû bişîne ajansa me. Lê rêveberiya girtîgehê dest danî ser lacika ku wêneya Jîna Emînê li ser heyî.    
 
Rojnameger Neşe derbarê mijarê de serî li Dadgeha Înfazê ya Amedê da û serlêdana wê hat redkirin. Dadgeh wiha bersiv da Neşeyê: "Di nava nameyê de lacikek spî a ku wêneyeke jinek li ser heyî ji hêla komîsyona me ve hat dîtin. Di encama lêkolîna me de hat dîtin ku bi armanca rêxistinbûnê û ji bo amûra ragihandinê, em wek xeter dibînin. Ji ber vê jî em serlêdana wê red dikin."
 
Neşe, piştre daxwaznameyak şand Dadgeriya Înfazê ya Amedê û daxwaz kir ku name û lacikê îade bikin. Di daxwaznameya Neşeyê de ev tişt cih girt: "Ez wênesaz im. Min çawa li derve karê xwe dikir, niha li girtîgehê heman karî dikim. Wêneya ku min xêz kir û nameya ku min nivîsî divê nebe hinceta cezayê dîsîplînê. Di name û wêneyê de şîdet, sûcdarî û heqaret tuneye. Wek girtiyek, bi fikreke azad min wêne xêz kir û ne hewceye ku biryara cezayê dîsîplînê bê dayîn. 
 
Ez daxwaz dikim ku bila ev biryara dîsîplînê bê rakirin û name û wêneya ku min xêzkirî îadeyê min bikin."