Çeteleya tundiyê ya meha Adarê: 22 jin hatin qetilkirin

  • 09:08 6 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên meha adarê yên ajansa me  22 jin hatine qetilkirin û 16 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di meha Adarê de dîsa zarok bûn hedefa mêran.
 
Di meha Adarê de jin daketin qadan, berxwedan û banga îstîfayê li hikûmetê kirin. Wateyek cuda ya 8’ê Adara îsal hebû. Ji ber erdhêjên di 6’ê Sibatê de yên navenda wê Mereş bû pêk hatin, çalakî diyarî kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatin kirin. Li Tirkiye û Kurdistanê li gelek bajaran jin daketin qadan û bûn dengê jin û zarokên di encama îhmalkariya desthilatdariyê de di erdhêjê de jiyana xwe ji det dane. 
 
Dengê jinên herêma erdhejê nayê bihîstin
 
Jinan li aliyekî piştevanî mezin kir û li aliyê din jî bûn hedefa deshtilatdarî û mêran. Di meha adarê de bûyerên tundiya li ser jinan zêde bûn. Ji ber qelsiya mekanîzmayên parastinê jin nikarin li dijî tundiya dibînin dengê xwe bidin bihîstin. Her wiha ji ber qelsiya xebatên der barê zarokan de jî îstîsmar her diçe zêde dibe.
 
Meha Adarê de 22 jin hatin qetilkirin
 
Li gorî daneyên ajansa me di meha Adarê de 22 jin hatine qetilkirin û 16 heb bi guman jiyana xwe ji det dane. Sê jin bi hewldana qetilkirinê re hatin rû hev. Di meha adarê de sê zarok hatin qetiklirin. Mêrên tacîzkar dîsa ji aliyê daraza mêr ve hatin xelatkirin.
 
 Li gorî daneyan jin ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatine qetilkirin. Ji 22 jinan 6 heb ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve 3 jin ji aliyê mêrê pê re di asta destberdanê de, 2 heb ji aliyê mêrê dest ji hev berdabûn, 2 heb ji aliyê mêrê pê re dijiyan, yek ji aliyê birayê xwe ve, yek ji aliyê hevalê xwe yê berê ve, yek ji aliyê nasê xwe ve, yek ji aliyê zavayê xwe ve, yek ji aliyê hevalê xwe ve û sê heb jî ji aliyê zarokên xwe ve hatine qetilkirin. 
 
Herî zêde li Stenbolê hatin jiyîn
 
Vê mehê bajarê ku herî zêde jin lê hatine qetilkirin Stenbol bû. Li Stenbolê 4, li Xarpêtê 1, li Îzmîrê 2, li Manîsayê 2, li Mêrsînê 2, li Orduyê 1, li Êlihê 2, li Antalyayê 1, li Enqereyê 1, li Artvînê 1, Edenê 1, Meletiyê 1, Denîzliyê 1, Yozgatê 1, Rihayê jinek hat qetilkirin.