Doza gumanbarê ku Ayşe Korur qetil kir hat dîtin

  • 20:44 5 Nîsan 2023
  • Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Çanakkaleyê mêrê bi navê Gencay Korur, Ayşe Korur ya pê re di asta destberdanê de bû qetil kiribû. Runiştina yekem a gumanbar hat dîtin.
 
Li navçeya Ezîne a Çanakkaleyê jina bin avê Ayşe Korur ji aliyê Gencay Korur ku pê re di asta destberdanê de bû ve hat qetikirin. Li yekemîn Dadgeha Ceza  Giran a Çanakkaleyê ji sûcê ‘ji qestî kes kutşin’ bidaxwaza cezayê muebetê doz hat vekirin. Yekemîn runiştin îro hat dîtin. Gumanbar Gencay Korur, şahid û xizmên gumanbar tevli runiştinê bûn. Endamên Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Çanakkaleyê û hinek komeleyên jinan tevli runtiştinê bûn. 
 
Piştî parastinan heyete biryara berdewamiya girtina gumanbar da û runiştin taloq kir.