AKP bi koliyên AFAD’ê li ser kar e

  • 18:06 5 Nîsan 2023
  • Rojane
AMED- AKP’a Amedê bi şerta ku bibin peywirdarên sindoqê li navçeya Rezan koliyên AFAD’ê belav kir.
 
AKP berbi hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê wek her hilbijartinên berê dîsa kolî belav kir. Li gorî agahiyên hatine girtin Teşkîlata Navendî ya AKP’a Amedê li navçeya Rezan a Amedê li kolana Nuket Coşkun mal bi mal geriyaye û koliyên AFAD’ê belav kiriye. Di belavkirina koliyan de şerta ku bibin peywirdarên sindoqê daye pêş.
 
Li aliyê din hat hînbûn ku ji bo koliyên AFAD’ê lîsteya nav hatiye amadekirin.