Li Helebê komxebata Jineolojiyê hat lidarxistin

  • 16:22 5 Nîsan 2023
  • Rojane
 
HELEB - Zanîsta Jinê, Jineolojî, bi pêşniyarên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rê li ber gotubêjên nû vekir. Jinên Kurd ferasetek nû pêş dixin ku xetimandinên di zanistên civakî û feminîzmê de derbas dikin. 
 
Di sala 2008'an de, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê “Sosyolojiya Azadiyê” de pêşniyara “jineolojiyê” kiribû. Piştî wê PAJK’ê Beşa Jineolojî ava kir û ev beşa jineolojî li ser cihê jinê di civakê de, rastiyên dîrokî û tiştên ku bûne sedema xerabûna van rastiyan lê dikole. Her wiha, hewl dide ji bo çareseriya pirsgirêkên jinê rêbazan pêş bixe. Bi salvegera duyemîn a avakirina navenda lêkolînên Jinelojî li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê îro komxebata navenda jinelojî  li navenda jinelojî ya ku li milê Şerqî ya taxê dikeve hat lidarxistin, bi amedebûna endam, berdevkên sazî û partiyan û gelek jinan ev komxebat hat lidarxistin. 
 
Komxebat bi armanca nirxandina kar û xebata jinelojî di nava du salan de bû 
 
Piştî deqeyeke rêzgirtin axaftina destpêkê ji aliyê Berdevka Navenda Lêkolînên Jinelojî ya taxa Şêxmeqsûd Rojyan Hisên ve hat kirin piştre belgeya ku kar û xebata jinelojî da nirxandin ji aliyê endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Orîvan Ebdo ve hat xwendin.
 
Û li dawiyê deriyê Nîqaşan li ser Bingeha Nirxandina kar û barê Jinelojî her wiha kêmasiyên ku derbas bûne û heya kîjan astê ev xebat li Helebê hatiye bi pêşxistin ji aliyê mêvanan ve hate kirin.
 
Berdevka Navenda Lêkolînên Jinelojî ya taxa Şêxmeqsûd Rojyan Hisên di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman û got : “Di 2008'an de di sosyalojiya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hat pêşniyarkirin, her wiha armanca derketina vê zanistê ji bo çaraeserkirina hemû pirsgirêkên civakê ye û pênûs û nasnemeya jinê ya ku hatiye veşartin derbikeve holê.”
 
Rojyan di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman û got: “Em vekirina navenda lêkolînên jineolojî di sala wê ya duyemîn de diyarî Rêber Abdullah Ocalan dikin. Her wiha di encama du salan de kar û xebatek bêhempa hate kirin û gelek berhemên bi nirx ji vê navendê derketin, ev yek jî di sala yekemîn sw bi dayîna semîneran a ji bo hemû sazî û civakê hate dayîn piştre bi derbasbûna sala duyemîn êdî xebata lêkolînên jinelojî berferehtir bû waneyên xweser di akademîyên giştî saziyên leşkerî û civakî de hatin dayîn. Her wiha bi armanca girtina aliyê din ê civakê semînerên li saziyên cur bi cur bi dirûşma “Guhertina kesayet gihandina civaka azad e” hatin dayîn. Her wiha mijarên Etîk û Estetîk û berxwedana jinên taxa Şêxmeqsûd ji bo jinan hatine dayîn .”
 
Di dawiya axaftina xwe de Rojyan wiha anî ziman: “Armanca ked û xebata me ji bo naskirina sosyalojiya civakê bi taybet jiyandina wê ya di nava zext û zorên cuda bi taybet di dema erdhejê de.”
 
Belge ji aliyê endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Orîvan Ebdo ve hat xwendin û di belgeyê de wiha hate nivîsîn:
 
"Di nava vê şoreşê de xebata navenda lêkolînên jineolojî erk û misyonek da ser milê xwe da ku van destkeftiyan biparêze û dîroka jinan û berxwedana jinan bi zanistî bide xêzkirin weke çîrûskeke ji dîroka windahî re ronî bike û şoreşa civakî li ser bingeha azadiya jinê û avakirina hevjiyaneke azad bigihîne serkeftinê.
 
Encama lêkolînên navendê 
 
Ronîkirin û belgekirina dîrokê erkek me wek navendên lêkolînan a sereke ye, me xwest lêkolînên dîrokî û sosyolojîk di herêma Helebê de dest pê bikin. Ev gav hem bi rêbazên nû dûrî rêbazên lêkolîna zanistên pozîtîvîst ku dibin sedem di perçekirina civakan û tunekirina rola jinê de. Bi giştî fikirandin û li bersiva çareseriya azadiya jinê bi awayekî zanistî gerandin. Li ser vî esasî xebata me ya lêkolînan hatin meşandin.
 
Komxebatên guhertina kesayet gihandina civaka azad a xweser 
 
Kilîta guhertina hişmendiya bi hezaran salan perwerde ye, me jî xwest bi rêya komxebatan em dest bi perwerdeyên xwe yên Jineolojî bikin. Projeya me di bin navê Guhertina Kesayeta Gihadina Civaka Azad de dest pê kir, tê de behsa azadî, exlaq, guhertin û kesayetê tê kirin. Ev projeya me jî bi xweser mêr re sînordar ma. Wek armanc ji nav komînan bû, lê serjimariya komînan hişt ku em ji navendan de dest pê bikin. 
 
Gava me ya nû komxebatên xweser mêr di çerçoveya naskirina guhertina hişmendî û girêdana di navbera pirsgirêkên civakî û mêr de bû. Her mêr ji pirsgirêkên civakê dûr in û van mijaran mîna jinan nîqaş nakin û jê re nikarin bibin hêza çareseriyê, ji ber vê yekê ev gav hêja bû. 
 
Di van komxebatan de xuya bû ku xwesteka nenaskirina di hin kesayetên mêr de derdikeve pêş, her wiha cemidandina hişmendiyê ya di aliyê hin kesayetên mêr de hatin dîtin û ev yek bi vegotina ji bilî serîtewandin ji bo jin tu rê nîne. 
 
Her wiha di lêgerîna mêran de hate dîtin ku di statuya xwe de her ku diçin israr dikin. Li beranberî wê jî redkirina tevgerên me yên xwe xweser û pênasekirinên ne di cih de derdiketin pêş.  
 
Rêber Apo ji bo rewşa mêranî û derbaskirina wê wiha hin xalan dinirxîne: " Me behsa kuştina mêr kir. Ji bo ku em kesekî zêde tawanbar nekin û di bin gumanan de nehêlin, ez dixwazim mêrê ku min di xwe de pêk aniye vebêjim. Di vê wateyê de ez dibêjim destpêkê min xwe kuşt. Ez bûyîna mêrekî wiha weke rewşeke ketî ya mezin, ketîbûn û çavkaniya kirêtiyeke mezin dinirxînim. Di bin navê mêrekî wisa de bi bûyina bi jinekê re, ji bo min ji îşkenceyê xirabtir e. Ne gengaz e ku ez bikevim nava jiyaneke wiha. Ez ji vê re dibêjim, ketina mezin, zexta mezin û gihiştina hev a hemû derewan. Ev gihiştina hev a hemû hestên ku lawaz dikin, ketina nava hev a hemû helwestên ku kirêt dikin in."
 
Dîroka Heleb û berxwedana jinan
 
Lêkolînên me derbarê dîroka Helebê û berxwedana Şêxmeqsud-Eşrefiye bi taybet heycanek di me da ava kirin û ji bo jinên ku di dîroka wê de cihê xwe girtine bû wek hêzek û moraldayînekê. Bi taybet beşa jinên cebhewî ku beşek ji wan jinan bi Rêber Apo re mane û perwerdeyên wê dîtine hem di xeta azadiya jinê de bi israr in û hem jî heya roja îroyîn jî di nav kar û xebata şoreşê de cihên xwe digirin. Ev dayik wek zemînek bûn ji bo avakirina sîstemek demokrat û parastina nirxên şoreşa azadiyê di hundir Heleb û heya li Efrîn û Şehba jî. Di mebesta wan a jiyanê de û lêgerîna rizgariyê de zelal in û bi nêrînên serbixwe ne.
 
Bi hevdîtinên bi dayikên cebhewî re hezkirina kar û xebat, nirxdayîna keda bi salan û şopên Rêber Apo destpêkê di me de wek kesayet hîn bilindtir kir. Wek lêkolîna dîroka Şêx Meqsûd beşa dayikên cebhewî hem hevdîtin û hem nirxandina wê qonaxê bi dawî bû. Herwiha beşek ji navê Helebê û dîroka jin di Heleb bi giştî de wek têbînî komkirina agahî bi herdu zimanên erebî û kurdî hatin nivîsandin.
 
Lêkolîna etîk û estetîk
 
Di nav civakan de her demekê rojevek derdikeve holê, di nav hem giştî Rojhilata Navîn û bi taybet li Helebê jî mijara xweguhertina teşe û emaliyatên tecmîlê bibûn rojevek sereke, li gorî perspektîfên akademiya Jineolojî û pêwîstiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Heleb beşek ji lêkolîna Etîk û Estetîk bû. 
 
Ger em sîstema heyî bigirin dest em ê bibînin ku bi rêya programan bi taybet yek tîp û teşe ji bo hemû cîhanê tê pêşkêşkirin, herwiha rêgezên xweşikbûnê bi taybet wek rengê por û çavan, teşeya beden û awayê lixwekirina cilan, nexweşiyên derûnî wek xemgîniya dem demî, vexwarina hişbir, ji xwe ne razîbûn bi awayekî giştî li hemû cîhanê hatine belavkirin. Li gorî serjimariya saziyên navdewletî ku di her kêliyekê di encama nepêkanîna xeyalên xweşikbûnê li sernasî cîhanê hejmara 18.000 jin û xort jî rastî xwekuştinê tên. Ji bo me prensîbên xweşikbûnê eyar kirine û her ber bi mukemelbûna li gorî nêrîna sermayedaran em birine. Eger ev yek jî pêk neyê wê demê ew jin nayê qebûlkirin û di nav sîstema cîhanî de cihê wê nîne.
 
Di nav civaka heyî de nirxa "a min herî baş, rindik û xweşik e" di asta herî jor de tê nirxandin, ji ber vê yekê pîvanên herî zêde li ser esasê embazbûna herî mezin tên avakirin. Bi rêya rêklaman dînbûn û mereqa bê sînor a zeyîfbûna dayikan piştî zayînan derdikeve holê, eger ew jî pêk neyê bi rêya bijîşkên tecmîlê tê teşwîqkirin ku divê bedena jinê piştî zarokanînê vegere wek berê û bi têgînek cuda "sempatîkbûna jinê" tê bikaranîn. Heya asta ku hebeyên taybet ji bo jinê tên pêşniyarkirin ku bedena wê xweşik bibe. Li ser wan hebeyan jî dîsa wek hebeyên hişbir dibe adetek timî, di encamê de yan nexweşiyên derûnî dikişînin wek xemgînî û nehezkirina xwe.
 
Wek encam em dikarin bêjin heya astekê navendê armanca xwe pêk anî û dê xebatên domdar ne tenê ji bo Etîk û Estetîkê were pêşxistin, lê belê ji bo hemû qadên Jineolojiyê. Jinên taxê û ev yek ji bo Rojhilata Navîn giştî derbasdar e, pêwîstiyên xwe bi guhertina hişmendiya herdu têgehan hene û avakirina hevgirtina xweşikirina jiyana bi exlaq bikin armanca xwe ya sereke ji bo hilweşîna sîstema sermayê.
 
Lêkolîna erdhejê 
 
Babetên xwezayî em dikarin di hin caran de wek refleksên xwezayî pênase bikin û hin caran jî bi rêya sîstemên ku ziyanê bi xwezayê dikin em dikarin pênase bikin. Sûriye yek ji welatên ku ev dozdeh sal in di nav kaosa Rojhilata Navîn de ye, di alî şer, komkujî, koçberiya derve û hundirîn re derbas bû û hêj jî karesata şer bi dawî nebûye bi ser de aloziya aborî, tenduristî û sîstemî dijî. Gel bi giştî û bi taybet jin û zarok di encama vê yekê de gelek derûniyek westiyayî dijî, bi qasî ku li berxwe dane jî, lê belê enerjiyek wan a rakirina karesaetek din nema bû û bi taybet karesaetek ku ji nişka ve were jiyîn. 
 
Erdheja ku di 6'ê Reşemiya 2023'yan de navenda wê Mereşa Kurdistanê bû gelek refleksên balkêş, bandor û encamên cuda cuda li civak, xweza, nêrîn û sîstema welatên Tirkiye û Sûriyeyê dan. Bû sedem ku em bi awayekî giştî nêrînên xwe derbarê mal, xwecihî û ewlehiyê de biguherînin û her di panîkek ne rihet de bijîn. 
 
Di encama vê lêkolînê de em dikarin bêjin ku hîn jî vekiriye ji ber ku erdhejên biçûk hîn hene û bandora vê bûyerê li ser me hemûyan kir û dibe ku demdirêj jî encamên wê derbikevin û werin jiyîn. Lê belê bi qasî ku bûyerên bi êş jî me dîtin, hevgirtinek gel hatibû dîtin û bi qasî wê êşê jî nakokî û ferasetên nû di nav civaka mirov de da rûniştandin. Ew feraset ruxmî ku şer pir hewl da bide naskirin, lê xwezayê bi me da fêmkirin ku divê sîstem bên guhertin û hezkirina zindîbûna vê xwezayê em wateyê bidin.
 
Em dikarin bêjin heya astekê pêk jî hatin, lê hin tişt divê baş li ser werin karkirin. Yek ji mijarên ku divê em bi giştî civakê bidin nasîn tevgerên xwezayê û ziyana ku ev sîstem bi xwezaya yekem û duyem dike. Tedbîrên xwe di babletên xwezayî de em çawa bigirin û piştî babletên xwezayî divê em çawa tev bigerin. 
 
Encamên perwerdeyên navendê 
 
Bi qasî xurtkirina Jineolojî û qadên wê civak û saziyên me jî ewqas dikarin li hember guhertinek erênî bibin hêz. Di perwerdeyên me de hinek xalên girîng bi me re derketin pêş hem di qada leşkerî, civakî û akademiyên xweser de. Mijara hevjiyana azad û têkîliyên di navbera mirovan de dibû yek ji nîqaşên sereke. Yek ji xalên tesbîtkirî kesên ku nikarin bi xwe re rast têkilî daynin, mirov nikare ji wan têkiliyeke rast a ku xwe dispêre bingehên azadiyê bendewar bike. Di vê wateyê de şert e ku mirov destpêkê bi xwe re têkiliyeke rast pêş bixe. Dema bixwaze bi xwe re têkilî ava bike tişta divê bike ew e ku li bersiva pirsên; “Ez kî me, çi me, ji ku têm û çawa dixwazim bijîm” bigere û bê ku demkurt, seranser nêz bibe, pêwîst e van lêgerînên xwe veguherîne tarzê jiyaneke domdar û bi rêya bersivan berê lêgerînên xwe bide lêgerînên jiyana azad.
 
Beşek ji perwerdeyên me yên xweser jin jî derbas dibûn û di van perwerdeyan yek ji xalên giringtirîn hate dîtin ew xwesteka hevalên jin ber bi guhertinek erênî ve meşandin e, lê belê hinek kêmasî bi wan re derdikeve holê.  Ruxmî ku ne ji taybetmendiya jin e, lê belê navendîtiya ku di kesayeta wê de hatiye avakirin nikarin zû zû xwe jê rizgar bikin. Ev ji wan re jî dibe asteng û nerihetî û heya karibin xwe ji vê yekê jî rizgar bikin dem, ked û naskirin pêwîst e. 
 
Girêdayî perwerdeyên qada leşkerî û xweser hevalên xurt jî di nîqaş û encamên ku derketine xuya bû ku di pênaseya hestên xwe de zehmetiyan dikşînin ev yek ji bingeha siyaseta ku li ser wan di bin navê şerm û nabe de têne kuştin û bêdengkirin. Di heman demê de bedbîniya ku di hin kesan de derdikeve dibe sedema ku asta wan a kesayetî jî bi pêş nekeve û rastî astengiyan di guhertin û veguhertinê de werin. Wek ku kilîtkirina odeya çareseriyê û jiyana bê hêvî ev jî dibe sedem ku giyana wan bê hêvî bimîne.
 
Perwerdeyên ku têne dayîn bi awayekî xweş di encama pêwîstiya Jineolojî pêşniyarên girîng hatin kirin da ku wek biranş werin dayîn. Ev yek bi taybet ji hêla mamosteyan ve hate pêşkêşkirin û li ser vî esasî pilansaziyek bi mamosteyên Jineolojî re hate dayîn. Lê belê keyfiyeta mirovan carinan dikeve pêşiya kar û pêşketina ramyariya me. Ev jî bû lawaziyek ku perwerdeya mamosteyan li erdê bikeve. 
 
Asta perwerdeya me di navendê de ne tenê xwendina pirtûkan bû, lê dahûrandina kesayet, malbat û taybetmendiyên me yên ne li gorî pîvanên Jineolojî dihate nirxandin. Yek ji wan perwerdeyan ew bû ku Hestên Polîtîk ku di me de û di asta têkîliyên me di guhertina di kar de ava kir. Her wiha heval bi xwe perwerdeyên xwe bidin û bi rê ve bibin.
 
Yek ji wan mijarên ku di vê salê de bû pêşketin ji bo navenda me, tensîqa bi Koma Rewşenbîrên Helebê re. Ev tensîq li ser esasê weşana di kovara wan de, ku her heyvê carekê em berhemekê navendê biweşînin, ev gav di navbera herdu navendan de bi xwe re kêfxweşî û hevgirtin jî ava kir. 
 
Her wiha mijara avakirina nûnerên Jineolojî di Heleb de serkeftinek bû, li kêleka tensîqên ku dihatin lidarxistin, tenê di heyvê de carek e, di vir de jî komxebat, nîqaş û fikra naskirina hevdu bû bingehek em bi hev re kar û xebatên hevbeş jî bimeşînin û ev zanist tenê ji me re nemîne wek zanistek giştî civak were belavkirin. 
 
Herî dawî wek berhemek herî zengîn û gavek herî xweş di sala borî de me li dar xist konferansa me ya herêma Heleb, Şehba û Efrîn bû. Di nav vê konferansê de me xwest, deng, reng û ramana hemû jinan derbikeve û ev yek bi rêya komxebatên di hundir Konferansê de hate lidarxistin. Komxebatên di nav de li ser aboriya komunal û jin, hezkirina jin ji jin re, tundiya dijîtan û tundiya li ser zarokan têne meşandin. Encamên ku jê derketin jî ji bo me bûn wek pilansazî û beşek ji wan hatin bidawîkirin.
 
Karê ku bi hezkirin were meşandin helbet encamên erênî jî dijî, li kêleka ewqas şer, pevçûn û armancgirtina jinê de em wek komîteya lêkolînên jineolojî dixwazin ji nû ve hezkirina jiyanê û belavkirina zanista jin û jiyanê bikin armanca xwe ya sereke.
 
Bê guman xebatên heyî û gavên hatine avêtin têr nakin. Di warê pêşxistin û rêxistinkirina Jineolojî wekî zanista şoreşa jinê de û xwegihandina hemû jin û beşên civakê de lawaziyên me hê jî hene. Lewma yek ji armancên vê nîqaşê ew e ku em hîn zêdetir derfet ji bo parvekirina hest û raman ava bikin da ku em bigihînin tehlîl û nêrînên hevbeş derbarê rê û rêbazên têkoşîna me li dijî hişmendiya desthilatdar."