OHD’ê rapora lehiyê eşkere kir

  • 14:35 5 Nîsan 2023
  • Rojane
 
RIHA - Şaxa OHD'ê ya Rihayê rapora xwe ya têkildarî lehiya 15’ê adarê ya li Riha û Semsûrê eşkere kir û got ku tevî hişyariyan jî şaredarî û AFAD’ê tevdîr negirtin û rê li ber karesateke mezin vekirin. 
 
Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê rapora xwe ya têkildarî lehiyên di 15’ê adarê li Riha û Semsûrê eşkere kir. Daxuyanî li avahiya komeleyê hate dayîn û endam û rêveberên OHD’ê tev li bûn. Rapor ji aliyê Berdevka Komîsyonê Ayşe Şehrîban Demîrel ve hate xwendin.
 
Ayşe bi bîr xist ku di encama lehiyê de li Semsûr û Rihayê 21 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ayşe, got ku di 27’ê adarê de dîsa lehî rabûn û bûne sedema ziyanên madî. Bi domdarî Ayşe bal kişand ser rapora Kêmkirina Rîska Karesatê (IRAP) ya 2021’ê û wiha domand: “Di raporê de ji bo çeman hişyarî dihat kirin. Çemên Cavşak Karakoyun, Akpinar Mance û Sirrin di baranê de rabûn. Şaredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tu tevdîr negirtin. Guh nedan raporan û ji ber bêtevdîriya wan, barana zêde veguherî karesatê.” 
 
Bi domdarî Ayşe ji bo rewşên wiha dîsa neqewimin ev pêşniyar kir: 
 
*Ji bo tevdîrên pêwîst û bicihanîna pêdiviyan, divê di rewşên wiha de demildest herêm yekser weke ‘herêma afetê’ were ragihandin. 
 
* Divê dest ji polîtîkayên destûra îmarê ku rê li ber islehkirina rûbaran, guhertina rêgeha rûbaran, tijekirina qadan û bajarvaniya çelexwarî vedike were berdan. Divê xebatên heyî jî bên sekinandin. 
 
*Li dijî nexweşiyên epîdemî û enfeksiyonê yên piştî lehiyê derdikevin, divê sîteya tenduristiyê bê avakirin û ceyran, av, telefon û xizmetên tenduristiyê bê pere bên dayîn.
 
*Ji ber îxtîmala ku dîsa lehî rabin, divê xebatên tespîtkirin û veguhestinê bên kirin û ziyanên welatiyên jiyana xwe ji dest dane ji hêla saziyên cemaweriyê ve bên tenzîmkirin. 
 
* Divê ji xwediyên milk û kirêdarên ku piştî lehiyê xaniyên wan ‘xesar gihiştiyê’ derfetên vehewînê bên afirandin û alîkariya mal û kirêyan pê re bê kirin. 
 
*Rêveberiya ku di warê birêvebirina krîzê de ji pêdiviyên gel dûr e, divê li gorî nêrînên saziyên pîşeyî, zanyar û platformên sivîl ên pispor ên di mijarê de tevdîrên pêwîst bigire. 
 
* Divê xemsariya beriya lehiyê û piştî karesata lehiyê bê tespîtkirin û der barê kes û rayedarên saziyan de serlêdana sûc bê kirin.
 
*Ji bo tespîtkirina berpirsyartiya îdareyê û pêşwazîkirina zirara welatiyan, divê pêvajoya doza îdarî were destpêkirin. 
 
* Divê qirêjiya ku piştî lehiyê li gol û rûbaran çêdibe were tespîtkirin û bandora qirêjiya ya li ser zindiyên avê were ragihandin. 
 
*Divê envantera ajalên ku piştî lehiyê jiyana xwe ji dest dane bê girtin û aqûbeta ajalên bêxwedî bê lêkolînkirin.
 
*Tê payîn ku li herêmên erdhejê barîneke zêde bibare, ji bo pêşîlêgirtina ziyanan divê tavilê tevdîr werin girtin û pirsgirêka xaniyên jêbawer were çareserkirin. 
 
*Ji bo parastina Golamasiyan û deverên din ên çandî ku ji lehiyê bandor bûbûn, hewceye tevdîrên pêwîst bên girtin. 
 
*Divê zeviyên çandiniyê, dexlûdan û darên ji lehiyê ziyan dîtin bên tespîtkirin û ji bo tenzîmkirina ziyanan xebat bên destpêkirin.”