Li Ewropayê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê

  • 09:10 5 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên ku di rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de kom bûn, li gelek navendên Ewropayê çalakiyên pîrozbahiyê li dar xistin.
 
Kurdistaniyên ku di rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de kom bûn, li gelek navendên Ewropayê pîrozbahî li dar xistin. Gelek kesên welatparêz tevli çalakiyên hatin lidarxistin bûn.
 
Elmanya
 
Li bajarê Damstadt ê Elmanyayê piştî xwarina fitarê ya ji aliyê Meclîsa Jinê ya Roza ve hat organîzekirin, ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya pîrozbahiyê hate lidarxistin. Di çalakiya ku bal kişandin ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan, banga tevlîbûna meşa 15’ê Nîsanê li Dusseldorfê hate kirin. Çalakî piştî axaftinan bi govendê bi dawî bû.
 
Rojbûna Rêberê PKK'Ê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê jî hate pîrozkirin.
 
Pîrozbahiya rojbûnê ya ku ji aliyê Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hîldesheîmê, Komuna Jinê ya Hildesheim Meryem û Meclîsa Jinê ya Salzgitter Berçem Cîlo ve hate organîzekirin, heta derengiyê dewam kir.
 
Di çalakiyê de li ser navê Fed-Dem'ê Letîf Karakaş di axaftina xwe ya kurt de diyar kir ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ruhê civakê diherike.
 
Piştî axaftinê sînevîzyon hat nîşandan û piştî fitarê rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.
 
Çalakiya rojbûnê ya ku dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan Azadî" tê de hatin berzkirin, piştî saetên dereng dewam kir, bi dawî bû.
 
Fransa
 
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî rojbûna Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.
 
Meclisa Civaka Kurd a Demokratîk li Belle De Maî ya Marsîlyayê ji bo 74’emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist. Di serî de malbatên şehîdan gelek kesên welatparêz tevlî çalakiyê bûn. Li qada ku wê pîrozbahî lê bê lidarxistin, bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd û gulan quncikek taybet hat amadekirin. Ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin.
 
Di axaftinên li çalakiyê de ev peyam hat dayîn, "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd divê têkoşîn bê mezinkirin.” 
 
Çalakî bi tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.
 
Ingîlistan
 
Li Payitextê Ingilistan Londrayê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi coş hat pîrozkirin û ev tilt hat gotin, "Rojbûna Rêber Apo vejîna me ye."
 
Bi organîzasyona Meclîsa Gelê Kurd a Londonê û Meclîsa Jinê ya Jiyan, rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Bi boneya çalakiyê poster û pankartên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li salonê hatin daliqandin.
 
Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal axivî û diyar kir ku gelan bi taybetî gelê Kurd rojbûna Rêber Apo bi coş pîroz kirin û got, “Rojbûna Rêber Apo, zayîna me ye. Rêber Apo vejîna gelên înkarkirî û meşa wî ya azadiyê ye. Bi milyonan li dora Rêber Apo hatine cem hev. Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e."
 
Li ser navê Meclîsa Jinê ya Jiyan Bîrsen Poyraz axivî û diyar kir ku wan 4'ê Nîsanê bi coş pêşwazî kirine.
 
Piştî axaftinan sînevîzyon hate pêşandan û pasteya ku ji bo rojbûna Abdullah Ocalan hatibû amadekirin ji aliyê zarokan ve hate birîn.
 
Meclîsa Gel a Gavleborgê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Piştî fitarê saet di 19:30’an de girseya gel a saet di 19:00 de li hev civiya, pîrozbahiyê dest pê kir. Hevseroka Meclîsa Gel a Gavleborgê Jin Hajo axivî û bal kişand ku çawa rojbûna Serok Apo bûye rojbûna gelê Kurd.
 
Ji ber ku 4’ê Nîsanê salvegera damezrandina PJAK’ê ye jî, nûnerê PJAK’ê Cemal Rojhilat? mafê axaftinê girt. Rojhilat? her wiha got, fikrên Abdullah Ocalan piştî çar parçeyên Kurdistanê li hemû cîhanê deng veda.
 
Di dawiyê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Vecdîn Batte axivî. Batte got, “Tevahiya cîhanê Serok Apo fêm kir, divê em Kurd jî Serok Apo rast fêm bikin. Ji bo em azad bibin rêya yekane ev e."