Ji TJA’ê bernama 4’ê Nîsanê

  • 22:05 4 Nîsan 2023
  • Rojane
STENBOL-Bi pêşengiya TJA’yê jinan 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Jinan diyar kirin ku di şexsê Abdullah Ocalan de îro rojbûna hemû gele Kurd e û daxwaza azadiya fîzkî kirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Okmeydani 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Gelek jin tevli bernameyê bûn.
 
Li ser pasteya hatibû amadekirin nivîsa ‘Rojbûna te pîroz be Ey Serokê me’ hatibû nivîsin. Jinan li ser Sifra Rojê bi hev re  fitara xwe kirin û dayikan dua kirin. Piştre di dirûşmeyan paste hat birîn.   Ji dayikan Fatîha axivî û diyar kir ku ew dixwazin serokatiya wan azad be û hemû girtî bên berdan.
 
Aktîvîtsa TJA’yê Gulsen Erdogan jî axivî û  diyar kir ku heta tecrîd ji holê ranebe wê têkoşîna wan bidome. Her wiha destnîşan kir ku wê bi pêşengiya jinên Kurd têkoşîna jinê hîn bêtir mezin bibe.