Ji YPJ’ê bo fermandara YNK’ê xelat

  • 18:29 4 Nîsan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Nûnertiya Kongra Star ya Başûrê Kurdistanê bi boneya salvegera damezrandina YPJ’ê xelata rêzgirtinê da fermandara pêşmergeyan ya YNK’ê Rêzan Reşîd.
 
Îro nûnerên Konga Star li Başûrê Kurdistanê Roza Hesen û Silava Silêman bi boneya salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) serdana biryargeha pêşmergeyên jin yên ser hêzên 70’ê li Silêmaniyê kir.
 
Nûnerên Kongra Star li Başûrê Kurdistanê di serdanê de xelata YPJ’ê pêşkêşî fermandara pêşmergeyên jin Rêzan Reşîd ya ser bi hêzên 70’ê  YNKʹê kir. Fermandara pêşmergeyan Rêzan Reşîd jî 10’emîn salvegera YPJ’ê pîroz kir û got: “Jinên Rojava îspat kirine ku dikarin hemû jinan biguherin. Serkeftina beramber bi dijminê herî mezin yê mirovahiyê DAIŞ’ê îspata wêrekiya wan e.ʹʹ
 
Fermandar Rêzan di dewama axaftina xwe de got: “YPJ ji bo xebatên neteweyî û jinan xwe daye ber guleyên dijminan.”
 
Di dawiya axaftina xwe de jî fermandar Rêzan pîrozbahî li YPJ’ê kir û serkeftinê jê re xwest.