Jinên li Stenbolê hatin binçavkirin serbest berdan

  • 15:49 4 Nîsan 2023
  • Rojane
 
STENBOL - 5 jinên ku rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin piştî îfadeyên wan hatin giritn serbest berdan.
 
Li taxa Kanarya ya Stenbolê, jinên ku ji bo 74'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz bikin ber bi Gola Kuçukçekmeceyê meş pêk anîn û gul avêtin avê dema ku wê belav bibûna ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Jinên ku hatin binçavkirin piştî ku îfadeyên wan hatin girtin serbest berdan.
 
Li Taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi avêtina gulan a behrê hatibû pîrozkirin. Jinên ku piştî pîrozkirinê hatibûn binçavkirin hatin berdan. 4 dayik ên bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” li ber peravê meşiyan gul avêtibûn behre li cihê çalakiyê, dayikek jî piştî çalakiyê dema diçû mala xwe di rê de hatin binçavkirin. 
 
Dayikên ku birin qereqola li Taxa Kanaryayê, piştî bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “Dijderketina li Qanûna Civîn û Xwepêşandanan” îfadeyên wan hatin wergirtin hatin berdan.