'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 743 roj in didome

  • 15:43 4 Nîsan 2023
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 743'yemîn de berdewam dike û malbatê di çalakiya îro de carek din banga pêkanîna edaletê kirin. 
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 743’yan de berdewam dike. 
 
Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” hate vekirin û dest bi nobetê kirin. 
 
Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam da: “Hûn bûn şahidê bêedaletiyê lê we tiştek nekir. Hûn ê piştî demekî tecrûbeyên xwe yên parastinê jî winda bikin. Ev bû 743 roj, Tirkiye êdî şiyar bibe, Gelê Rihayê şiyar bibe."