Li Mexmûrê rojbûna Abdullah Ocalan tê pîrozkirin

  • 12:42 4 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, 15’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji bo rojbûna Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin di roja 3’yemîn de bi şahiyek girseyî didome.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, 15’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin di roja 3’yemîn de bi şahiyek girseyî didome.
 
Şahî li navenda Çand û Hunerêya Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Cangoriyên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Hevberdeveka Qada Perwerdeyê ya Mexmûrê Bêrîvan Kaya ve hat kirin.
 
Bêrîvan Kaya di destpêka axaftina xwe de 74'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Em wek Qada Perwerdeyê spasiya hemû kesên ku di vê mihrîcanê de ked dane, dikin. Em vê mihrîcanê diyarî gerîlayên serê çiyan ên ku li beramberî dagirkeriyê li berxwe didin, ji bo malbatên şehîdan û hemû girtiyên azadiyê yên di zindanan de li berxwe didin, dikin. Em gelek keyfxweş in û dibêjin wê ti kesek nikaribe roja me tarî bike. Em ê li dora Rêbertiya xwe bibin yek û li gel Rêbertiya xwe azad bijîn. Em soz didin heta dawiyê em ê şopdarê rêya Rêbertiya xwe bin.”
 
Piştî axaftina vekirinê, bernemeya şahiyê bi koro ya dibistana dayikê dest pê kir. Her wiha piştî koroya zarokan paste hat birîn, xwendevanên dibistana Hêvî bi stran û dîlana xwe reng da şahiyê. Piştî wan koma dengbêjan a dibistana Amadeyî stiranên xwe pêşkêş kirin.
 
Şahî wê piştî nîvro jî dewam bike.
 
Bernameya Şahiyê wiha ye:
 
Koro ya dibistana dayikê.
 
Birîna pasteyê.
 
Mûzîk û dîlanên Navenda Hêvî.
 
Koma dengbêjî ya dibistana Amedeyî.
 
Pêşbirka dengbêjî ya di navbera dibistanê seretayî de.
 
Pêşbirkên dibistanê seretayî yên werzîşî wek torbe, hêk, meşa mêrû û mast.
 
Pêşbirkên dibistanên seretayî ya zanistî.
 
Şanoya Peymangeha şehîd Kerîm Kato.
 
Hunermend Dilo Doxan.
 
Pêşbirka govendê ya dibistanên seretayî.
 
Xwedina encama pêşbaziyên çand û werzîşî.