Li Îranê 5 zarokên keç li dibistanê hatin jehrîkirin

  • 12:11 4 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 5 xwendekarên keç ên li Dibistana Keçan a Bahman a bajarê El-Neqda ya girêdayî Urmiyê bi jehrê ketin, ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.
 
Serhildana gel a ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kir, 7 meh in berdewam dike. Rayedarên hikûmetê bi armanca tepeserkirina xwepêşandanan hemû rê û rêbazan bi kar tînin. Li welat bûyerên jehrîketina ku di demên dawî de li dibistanên ku zarokên keç perwerde dibînin, wek yek ji rêbazên tepeserkirina serhildanê ya dewletê tê îfadekirin. Vê carê jî 5 xwendekarên keç ên ku li dibistana keçan a Behman a bajarê El Neqda ya girêdayî wîlayeta Urmiyê bi jehrê ketibûn, rakirin nexweşxaneyê.
 
Li gorî agahîyên hatine bidestxistin, li dibistanê bêhna lastîka şewitî tê û xwendekarên ku ev bêhnê ferq kirine dil hevketin, serêş û êşa zîk jiyane.
 
Pisporan diyar kirin ku bûyerên bi jehrîketinê yên di mehên dawî de tên jiyîn, bi zanebûn tên kirin, darazê berpirsyariya xwe ya di vê mijarê de bi cih neanîne û kesên sûc pêk tînin komên girêdayî dewletê ne. Pisporan diyar kirin ku armanca van koman jî ew e ku astengkirina çûyina zarokên keç e.
 
Berê lêkolîner Nafîsa Moradî jî ji bo têkildarî bûyerên bi jehrîketinê, wiha gotibû: "Dixwazin di nava keç û malbatên wan de tirsê belav bikin û dîtina perwerdehiya wan asteng bikin.”