Li Helebê ji bo 4’ê Nîsanê dar hatin çandin

  • 11:27 4 Nîsan 2023
  • Rojane
 
HELEB - Îro li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê bi munasebeta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dar hatin çandin. 
 
Îro li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê bi munasebeta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dar hatin çandin. Dar li parka Zarokên Pekrewan a ku li milê xerbîya taxê dikeve hatin çandin. Bi amedbûna hemû endamên sazî, meclîs û partiyan û gelek kesên din dar hatin çandin. 
 
Endama PYD'ê Emîne Beyrem ji ajansa me re axivî û got: “Em rojbûna Rêbertî li tavahî cîhanê pîroz dikin û rojbûna Rêbertî rojbûna mirovahiyê ye.”
 
Emîne wiha axaftina xwe berdewam kir û got:“ Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kesayeteke ku ji bo azadiya mirovahiyê teva kar û xebat daye meşandin lê dewleta tirk her tim li dijî raman û felsefeya Rêbertî derketine. Ev ji bo tunekirina gelê kurd e ji ber gelê kurd bi fikir û ramanê Rêbertî hatine girêdan. Her wiha armanca komploya ku bi ser Rêbertî de dane meşandin jî dûrxistina gel a ji fikir û ramanê Rêber Abdullah Ocalan e .”
 
Emîne di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman:“Em weke jin bi têkoşîna xwe ya berdewam em ê Rêberê xwe azad bikin û em ê her li pey projeya Netewa Demokratîk a ji bo jin û civakê hatiye dayîn bimeşin û çalakiya me wê her berdewam be heya em digihêjin azadiya Rêber a fîzîkî.”
 
Bi gerandina govendê çalakî bi dawî bû.