Li Helsînkî û Atînayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin

  • 11:13 4 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVEDAN NÛÇEYAN - Ciwanên Kurd li Atînayê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Her wiha li Helsînkîyê jî 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin. 
 
Ciwanên Kurd li Atînayê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin.
 
Çalakger çûn ser rêya Kîfosos a li Atînayê û bi fîşekên hewayî û meşaleyan pankart daliqandin.
 
Ciwanan pankarta bi nivîsa "Rojbûna te pîroz be Serok Apo, azadî ji Ocalan re" bi pireke li ser otobanê ve kirin û fîşekên hewayî teqandin.
 
Pîrozbahiya 4'ê Nîsanê ya li Helsînkî
 
4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina YPJ û PJAK'ê li Helsînî hate pîrozkirin.
 
Bi wesîleya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina Yekîtiyên Parastina Jinê (YPJ) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê pîrozbahiyek hate lidarxistin.
 
Pîrozbahî li salona civîn û xwaringehê ya bi navê Bistro Cafe bi beşdariya gelek siyasetmedar û endamê KNK'ê Mîrhem Yîgît pêk hat.
 
Her wiha peyamên rêxistin û partiyên Kurdan hatin dayin. Bi rêya Skypê peywendî li gel Berdevka Çapemeniyê ya YPJ'ê Rûksan Mihemed hate danîn.
 
Rûksan Mihemed peyama YPJ'ê ji bo êvara pîrozbahiyê û gel da.
 
Piştî bernameyê xwarina fitarê ji bo beşdaran hat dayîn.