Serdana rêxistinên jinan ali Başûrê Kurdistanê didome

  • 11:01 4 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed bi endama rêveberiya YNK’ê Telar Letîf re civiya. Di civînê de behsa karê komîteya jinan a her çar aliyên Kurdistan û lidarxistina kongreya jinan û neteweyî hate kirin.
 
Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed li Başûrê Kurdistanê ye û bi şandeya Nûnertiya Kongreya Star a li Başûrê Kurdistanê re, li Silêmaniyê serdana rêxistinên jinan dikin.
 
Duh êvarî Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed bi şandeya Kongreya Star re li Silêmaniyê bi endama Rêveberiya YNK’ê Telar Letîf re civiya. Di civînê de behsa lidarxistina kongreya neteweyî û kongreya neteweyî ya jinan hate kirin.
 
Endama Rêveberiya YNK’ê Telar Letîf ku di heman demê de endama komîteya jinan a Başûrê Kurdistanê ye derbarê civînê de axivî û got; “Me di civînê de behsa rola jinan a di lidarxistina kongreya neteweyî de û karê komîteya jinan a her çar parçeyên Kurdistanê kir. Ji bo ku jin li her çar parçeyên Kurdistanê bi yek deng û yek rengî kar bikin, divê xwe birêxistin bikin. Divê ne tenê li ser mijarên jinan, li ser mijarên siyasî, aborî û mijarên din jî reng û dengê jinan hebe. Civînên bi vî awayî bandorek erênî li karê komîteya jinan dike.”
 
Telar dibêje; “Mijara jinan bandora xwe li ser hemû mijarên din dike, jin di nava şoreşê de ne û Rojavayê Kurdistanê ev rastiya îspat kiriye ku jin di hemû qonaxan de xwedî bandor in. Ji bo vê pêwîst e jin xwe ji bo hemû mijaran kom bikin û bi rêxistin bikin.”