Li Şengalê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê

  • 10:53 4 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Êzidî li ser çiyayê Şengalê bi pêxistina agir rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Ciwanan diyar kirin ku heta azadiya Abdullah Ocalan ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.
 
Li seranserê Kurdistan û welatên Ewropayê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi çalakiyên cur be cur tê pîrozkirin.
 
Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengal û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê duh êvarî berê xwe dan herêma Kersê ya li çiyayê Şengalê. Ciwanan navê Abdullah Ocalan bi agir nivîsandin û bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" bilind kirin.
 
Li ser navê ciwanan Wehab Şengalî axivî û got; “Di rojek weke îro de Rêber Ocalan ji dayik bû, ev roj ji bo tevahiya gelên bindest bû weke roja hebûnê û em pîroz dikin. Em bi munasebeta vê rojê, ji serê çiyayê Şengalê heta Îmraliyê û çiyayên azad rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. Me wek ciwanên Êzidî xwe li ser fikir û ramanên Rêber Apo bi rêxistin kir, em ê bi vî fikrî bi ser bikevin û Rêber Apo pîroz bikin.”
 
Avesta Êzidî jî axivî û got; “Em 4’ê Nîsanê li hemû civaka Êzidî, gelên bindest pîroz dikin. Ev roj ji bo me pîroz û bi wate ye, em ê ji bo azadiya Rêber Apo weke ciwanên Êzidî heta dawiyê têbikoşin.”