Li Wanê serdegırtana malan

  • 10:52 4 Nîsan 2023
  • Rojane
 
WAN - Hate diyarkirin ku polîsan li Wanê bi ser gelek malan de girtine û 7 jê zarok nêzî 20 kesan binçav kirine.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatiye destpêkirin de polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de 7 jê zarok nêzî 20 kes hatin binçavkirin. 
 
Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr. 
 
Hat diyarkirin ku derbarê kesên hatine binçavkirin de ji bo 24 saetan hevdîtina bi parêzeran re hatiye bisînordarkirin.