Bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' 4'ê Nîsanê pîroz dikin

  • 09:08 4 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Medya Uren - Rojda Aydin
 
AMED - Berdevka PYD'ê Sema Begdaş, diyar kir ku 4’ê Nîsanê ji bo jinan roja vejînê ye û got: “Rêya azadî û wekheviyê ji fikr û ramanên Birêz Ocalan derbas dibe. Em di bin dirûşma 'Jin jiyan azadî' 4’ê Nîsanê pîroz dikin.”
 
Li her çar parçeyên Kurdistanê, di 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de çalakî û bernameyên cuda tên lidarxistin. Ji bo Gelê Kurd û bi taybetî jî ji bo jinan ev roj wek roja vejînê tê pênasekirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku bi paradîgmaya Abdullah Ocalan jiyaneke nû tê afirandin carek din jî girîngî û hewcedariya pratîzekirina fikr û ramanê Abdullah Ocalan raxist ber çavan. 
 
Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begtaş, ji ajansa me re behsa wate û girîngiya 4'ê Nîsanê û avakirina pergala jiyaneke nû kir. 
 
‘Dewleta Tirk qanûnên xwe binpê dike' 
 
Sema, bi bîr xist ku Abdullah Ocalan 25 sal in di Girava Îmraliyê de di bin tecrîdê de ye û anî ziman ku bi komployek navnetweyî bi tevî gelek dewletan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. Sema, da zanîn ku armanca wan dewletan ew e ku di sedsala 21’emîn de fikr û ramanê Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn belav nebe û got: “Naxwazin ku gelê wî bi awayek azad bijîn. Hedef û armanca wan ev yek e. Dixwestin ku di sedsala 21’emîn de çawa pêşiya vê fikrê bigirin? Ji ber ku ev hêzên ku îro dinyayê rêve dibin li ser Rojhilata Navîn projeyên wan hebûn. Ji ber vê yekê jî bi komployê xwestin pêşiya vê fikrê bigirin. Bi berxwedan û têkoşînek mezin Rêber Apo vê komployê vala derxist. Têkoşîna gel, gelek kesên ku canê xwe şewindain li dora Rêber Apo xwe kirin xelek. Ev komplo hemû vala derxistin û ev fikir jî îro li hemû dinyayê belav bû. Lê dixwazin bi wê şêwazê siyaseta xwe bidomînin. Siyaseta tecrîdê ya ku li ser Rêber Apo tê meşandin berdewamiya siyaseta qirkirina li ser Gelê Kurd û pirsgirêka kurd e. Her wiha hemû qanûnên xwe yên heyî bin pê dikin. Mafê hemû girtiyan heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê xwe bikin. Lê belê qanûnên ku hene ji bo Rêber Apo nayên meşandin. Dewleta tirk heta qanûnên xwe jî binpê dike. Di qanûnên zagonên dewleta tirk jî heye ku her girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê mixabin îro ev qanûnan hemû binpê dikin. Ev jî berdewamiya qirkirina siyasetê ya li ser Gelê Kurd e.”
 
‘Li qadan ji bo azadiya Rêber Apo bang hat kirin' 
 
Sema, destnîşan kir ku îro li her deverê cihanê têkoşînek mezin tê dayîn û bi lêv kir ku Gelê Kurd li her derê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang dike. Sema, bal kişand ser Newrozên 2023’yan ku li gelek bajaran hat lidarxistin û wiha pê de çû: “Di Newroza 2023’yan de me dît ku bi sed hezaran gel daket qadan û banga azadiya Rêber Apo kir. Her wiha li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dirûşma bi rihê berxwedana ‘Em ê Rêber Apo azad bikin, dagirkeriyê têk bibin’ bilind bû. Gel her berxwedan û têkoşîna xwe didomîne. Berê demekî em tevlî konferansa Başûrê Efrîqayê bûn ji bo azadiya Rêber Apo. Siyasetmedar, serokên partiyan, akademîsyen hebû û têdikoşin. Ji ber vê yekê yên ku xwestin pêşiya vê fikrê bigirin li dinyayê belav bûye. Ev têkoşîn çawa ku komployê vala derxist, ev têkoşîn dikare Rêber Apo jî azad bike. Dewleta Tirkiyeyê berxwedan û têkoşîna vê gelê, fikr û felsefeya Rêber Apo nekarî ku hilweşîne.”  
 
‘Rojbûna Abdullah Ocalan vejîna Gelê Kurd e’
 
Sema, têkildarî 4’ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan de jî diyar kir ku rojbûna Gelê Kurd, jina kurd û jinên ku dixwazin azad bijîn e. Sema, da zanîn ku rojbûna Abdullah Ocalan vejîna Gelê Kurd e û wiha axivî: “Dema ku Serok Apo hatiye dinê wê demê gelek komkujî li ser Gelê Kurd dihatin meşandin. Siyaseta qirkirinê li ser Gelê Kurd dihat meşandin. Gelek şewreşê kurdan yên ku serokên hatibûn qaliqandin û kuştin, kirin. Dijminê Gelê Kurd û dewleta tirk taybetî piştî serhildana Dêrsmê gotin ‘Edî kurd neman’ wê demê Rêber Apo tê dinê. Çawa Rêber Apo di destpêka hebûna xwe de, di temên biçûkbûna xwe de li dijî zihniyet û pergalên heyî şer dike, yên ku vê tiştê dîtin teoriyên xwe pêş xistin. Ji ber vê yekê em weke Gelê Kurd ku çawa Rêber Apo jî bal dikişîne li ser vê xalê û dibêje ‘Min 30 salî têkoşiya û got Gelê Kurd heye’. Ji ber ku hemû kesî digot êdî kurd nemane û kurd têk çûne. Ji ber vê yekê ev vê rojê wekî rojbûna xwe dibînin. Ji ber ku jin bingeha têkoşîna xwe li ser azadiya jinê dimînin. Lewra jî em vê rojê wek rojbûna xwe jî dimînin. Rojbûna Serok Apo welidandina fikrê azadiya jin û wekheviya gelan e."
 
Pîrozbahiya ku li Amarayê tê kirin 
 
Sema, destnîşan kir dibînin ku rojbûna Abdullah Ocalan li her derê tê pîrozkirin û got: "Taybetî gundê ku Serokatî li Amara hatiye dinyayê bi hezaran kes diçin û li wir pîroz dikin. Her wiha di sala 2009’an de hin heval li wir hatin şehîd xistin ku xwestibû li wir vê rojê pîroz bikin. Ev roj di dîroka Gelê Kurd, jina kurd, têkoşîn û azadiyê de xwedî wateyek girîng e. Êdî ev roj dibe bilindkirina asta têkoşînê. Ev roj bi vê awayî tê pêşwazî kirin. Eger Rêber Apo tunebûya bê guman ne her sedsal dîrokê bi navê xwe girê bide. Rêber Apo jî ji wan yek kesan e ku dîrok dîrok navê wê hatiye girêdan. Dîroka Gelê Kurd, têkoşîna Gelê Kurd, jina kurd, azadî û aştiyê hatiye nivîsandin. Di sedsala 21’emîn de jî yek ji kesayetên ku rastî dikarî bandora xwe di hemû civakan bike Rêber Apo bû. Ji ber vê yekê seranserê li çar parçeyên Kurdistanê û derve rojbûna Serok Apo bi vê rengî tê pêşwazîkirin.”
 
‘Çandina daran ji bo me wek çandek e’
 
Sema, daxuyakirin ku her 4’ê Nîsanê nêz dibe xebat û pîrozbahiyên wan çêdibin û wiha behsa xebatên xwe kir: “Piştî berxwedana Kobanê ya 2014’an de vê rojê wek rojek netewî dibîne. Bi hezaran dar li Bakur û seranserê Rojhilatê Sûriyeyê tên çandin. Ji destpêka şoreşê heya niha bi vî rengî tê pêşwazîkirin. Her wiha şahî, semîr û komxebat çêdibin. Fikr û felsefeya Rêber Apo bi rêya civînan tê belavkirin. Her wiha darên ku heta niha hatine çandin mezin bûne. Di her 4’ê Nîsanê de hemû sazî, rêxistin û kes xwe berpirsyar dibîne ku her darek biçine û xwedî li dara xwe derbikeve. Bi bi tevlîbûna hemû netewan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vê rengî 4'ê Nîsanê tê pêşwazîkirin.”
 
Li dijî nakokiyan pergala rêveberiya xweser
 
Sema, destnîşan kir ku bi fikir û paradîgmaya Abdullah Ocalan ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergalekî hatiye afirandin û got di Şoreşa Rojava de bi ser esasê paradîgmaya netewa demokratîk îro rêveberiyek xweser hatiye avakirin. Sema, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan dikaribû cewherî Rojhilata Navîn, Sûriye û bi hezar salane mozaîka gelan tê de bihewîne. Sema, wiha pê de çû: “Gelên erep, sûryan, tirkmen hebûn. Lê sîstemên heyî, sîstemên ku Kurdistan dagir kiribûn û parçe kiribûn hertim xwestibûn di navbera gelan de şer û nakokiyan derxin. Lê Rêber Apo bi destpêka Şoreşa Rojava re ku li ser esas û paradîgmaya netewa demokratîk ku çawa dikarîbûn gelên herêmê werin li cem hevdû û rêvebiriya xwe çêbikin, xaka xwe biparêzin. Em îro bibînin ku xwîna kurd, ereb û suryanan ketiye nav hev. Ev xal bi xwîna van zarokên vê gelê hatiye parastin. Ji ber vê yekê fikra ku projeya Rêber Apo ya netewa demokratîk e,  piştî Şoreşa Sûriyeyê ku dikeve sala xwe ya 13’yan de ye, lê tu çarî di Sûriyeyê de nayê xûyakirin. Derveyî projeya rêvebiriya xweser a netewa demokratîk ya ku îro rastî bûye nîmûne û ji her kesî re. Yên ku Şoreva Rojava bihîstine bi vê projeyê dibînin, tên li ser erdê ev proje çawa bi pîvanên xwe yên demokratîk di nav xwe de pêk bînin, çawa dikarin hemû gelan tevlî vê projeyê bikin. Heta gelên ku hindik jî di vê rêvebiriyê de cihên xwe digirin."
 
Avakirina pergala rêveberiya civakî 
 
Sema, wiha bal kişand ser beşdarbûna rêveberiya xweser a jinan: "Çawa di beşadarbûna jin de hindirê rêvebiriya xweser de û yên ku îro bingeha netewa demokratîk, guhertin û vegûhertinê civakê di rêya jin de dibîne. Bakur û Rojlhilatê Sûriyeyê û heta Sûriyeyê de jî îro projeya rêvebiriya xweser a netewa demokratîk wek projeya çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê tê nîqaşkirin. Hemû civîn, hemû hêzên ku qaşo xwestin temsîla Sûriyeyê bikin, guhertin û vegûhertinê di Sûriyeyê de bikin bê gûman hemû têk çûn. Lê îro yekemîn li ser bingehek rast hatiye avakirin rêvebiriya xweser ê ku li ser netewa demokratîk ku çawa kurd û ereb û suryan ev proje avakirin, xaka xwe parastin, DAÎŞ têk birin, êrişên dewleta tirk vala derxistin. Tevî hemû êriş û şêwazê jî di destpêka damezrandina rêvebiriyê heta îro jî berdewame. Lê ev rêvebirî ji ber li ser esasî rast hatibû. Li ser esasî rêveberiyeke civakî hat avakirin. Heta roja me ya îro jî vê rêvebiriyê dikarîbû destkeftiyên xwe biparêzin û her wiha dikarîbû asta giştî ya cîhanê de jî xwe bide qebûl kirin. Her wiha dikarîbû projeya xwe li giştî dinyayê jî bida naskirin.”  
 
‘Şoreşa Rojava bi şoreja jinê tê naskirin’
 
Sema, daxuyand ku Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê naskirin û wiha dom kir: “Ji ber ku jin dikarîbû di hemû awayên civakê de şoreşê pêk bîne. Li seranserê cîhanê gelek şoreşên jinan çêbûn. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di Şoreşa Rojava de pêşengtiya jinê heye. Di destpêka şoreşê de bi awayek aktîf jin tevlî guhertin û veguhertina Sûriyeyê bûn. Her wiha di milê leşkerî de îro em dibînin YPJ bûye nîmûne ji bo hemû jinan. Îro destanên lehengiya YPJ’ê û berxwedana wê ya beramberê DAIŞ’ê bûn fîlm. Bi dehan nivîs û çîrok li ser hatin nivîsîn. Her wiha di milê siyasî, dîplomasî û aborî de jî bi rastî Şoreşa Rojava gihiştiye astekî. Şoreşa Rojava îro bûye hêvî ji bo hemû jinan û çar parçeyên Kurdistanê. Di Şoreşa Rojava de bi tevlîbûna jinan sentezk nû derket holê, di pergalên hevserokatî de derket. Em dibînin ku Şoreşa Rojava li ser asta giştî ya cihanê xwe bi rêxistin dike. Li ser asta Rojhilata Navîn ku koordînasyona ku bi dehan rêxistinên jin xwe tê de dibînin û Şoreşa Rojava ji xwe re wek nîmûne dibînin. Her wiha li ser asta giştî ya cihanê çend konferansên vê dawiyê çêbûn û texmînê 50 welatî tevlîbûn Şoreşa Rojava ji xwe re wek nîmûne dîtin. Ji ber vê yekê pêşengtiya jina kurd di Rojava de rola xwe ya cidî dikaribû bilêyize. Hemû jinên ku têdikoşin ji bo azadiya xwe dest bixin. Hemû kes hêza xwe ji jinan û ji Rojava digire.”
 
Yekemîn gundê jinan: Jinwar
 
Sema, berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser avakirin û girîngiya gundê Jinwarê û wiha behs kir: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo meseleya jin û çareserkirina pirskirina jin gelek teorî, çareserî û pêşniyaran pêş xistiye.  Yek jî ji wan cihê jina hebe ye. Cihê ku jin xwe biparêzin, lêkolînên xwe pêş bixin, hûnera xwe pêş bixin, kesayetên xwe pêş bixin, her wiha ji bo akademiyên jin ên ku di hemû aliyan de di milên siyasî, askerî û dîplomasî de hene. Gundê Jinwar jî yek jî yekemîn gundê ku li Rojhilata Navîn, jinan xwe bi xwe avakirine ye. Her wiha akademiyên xwe tê de avabikin, pêdiviyên xwe yên jiyanê pêk bînin. Jinên ku bêcih û bêwarin li gundê Jinwarê dimînin. Gundê Jinwar bûye nîmûne ku jin dikare xwe çawa rêve bibe û pêş bixe. Ji ber vê yekê ev gund 2019’an de hat avakirin. Kesên dîplomasî û ji derve tên serdana vê gundê dikin. Dema tên vê gundê dibêjin jin çawa dikarin xwe bi xwe rêve bibin, çawa dikarin navend û cihên xwe çêbikin. Îro bi dehan kesên entesyonel li wê gundê ne. Yên ku lêkolînê dikin, dîrok û sosyolojiya jinê lêkolîn dikin. Gundê Jinwarê bi vê rengî tê rêvebirin. Gelek jin û zarok li wê derê hene. Rojane pêdiviyên xwe yên jiyanê pêk tînin. Her wiha perwerdehiyên xwe dibînin. Jin li wir fikr û zanista xwe pêş dixin. Ji ber vê jî encamên destkeftiyên jin di Şoreşa Rojava de yek jî gundê Jinwar e.”
 
‘Jineolojî zanista jinê ye’
 
Sema, bi lêv kir ku di Şoreşa Rojava de yê ku zanistek nû bû û tiştek nû di dinê de hatiye derxistin zanista jineolojî û jinê ye û wiha pê de çû: “Ya ku xwe dispêre ser hinek rastiyên dîrokî yên jin, her wiha dîroka jinê ya nehatiye nivîsandin, her wiha em çawa bikaribin zanista civakê bi nêrînên jinê ji nû ve lêkolîn bikin. Ji ber vê yekê jineolojî jî bûye wek zanistekê ku xwe seranserê dinyayê xwe bi rêxistin dike. Çawa di destpêkê de Efrîn, Dêrîk û Cizîrê navendên xwe avakir, gelek semîner û konferans li dar xistin. Îro jî li Emerîka Latînî, Almanya, Îtalyayê û gelek jinên enternasyonal yên ku di beşên jineolojiyê de kar dikin hene. Kar û xebatên jineolojiyê bi vê rengî ne. Gelek pirtûk li ser dîroka jinê derxistine. Dîroka jin a windayî ya ku nehatiye nivîsandin heye. Berxwedan û têkoşîna jinê ji bo vê yekê heye. Îro beşên jineolojiyê yên cuda cuda hene. Di milê sosyolojiya jinê ya civakê de gelek pirtûk hatine derxistin. Li ser dîroka jinê û dîroka jinê ya windabûyî xebatan dike. Wek zanista jineolojiyê, zanistek nû ku bi nêrîna jin çawa dikare zanista civakî pêş bixe lêkoşîn û şîrove tên kirin. Çareserî bi gelek pirsgirêkên jin ên ku di civakê de dijîn hene. Zanista jineoolojî zanista malbata demokratîk e. Li ser vê esasê jî zanistên xwe pêş dixin.”
 
‘Em 4'ê Nîsanê li hemû jinan pîroz dikin' 
 
Sema, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Îro di bin dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadî’ ya ku Rojhilatê Kurdistanê şoreşa jinê destpê kir, her wiha bi wê rihê Newroz jî hat pîrozkirin. Îro 4’ê Nîsanê jî bi vê dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’  ya ku îro bûye fikr, felsefe û li hemû cihanê belav bûye wek hemû giştî saziyên jin û giştî pêşwaziya 4’ê Nîsanê kirin. Em bi dayîna semîneran çandina daran û şahiyan pîrozbahiya xwe dikin. Di bin dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' 4’ê Nîsanê em pîroz dikin. Serokatî ne kesek e û şexsek e. Serok Apo fikr û felsefeye û divê em vê fikrê li hemû cihanê belav bikin. Em 4’ê Nîsanê li hemû jinan pîroz dikin.”