ROJEVA 04'Ê NÎSANA 2023'YAN

  • 09:00 4 Nîsan 2023
  • Rojev
 
*  Berdevka PYD'ê Sema Begtaş, diyar kir ku 4’ê Nîsanê ji bo jinan roja vejînê ye û got: “Rêya azadî û wekheviyê ji fikr û ramanên Birêz Ocalan derbas dibe. Em di bin dirûşma 'Jin jiyan azadî' 4’ê Nîsanê pîroz dikin.” BI DÎMEN 
 
*Parêzerên ku bertek nîşanî Tifaqa Cumhur û partiyên Îslama siyasal ku qanûna hejmar 6284 ji bo hilbijartinê kirine hedefa xwe dan gotin, "Mafên jinan, destkeftiyên wan mijareke di ser siyastê re ye." Parêzeran hilbijartinên 14'ê Gulanê jî bi bîr xistin û anîn ziman ku ev hilbijartin di heman demê ji bo jinan mijra hebûnê ye." DÎMEN HEYE
 
*Xatê Îsa ku piştî fermana Şengalê hatiye li  Midyadê, bi cih bûye bi serdana gundê Kîwêxê yê ku 38 sal in vala ye, hewl dide sebera xwe bîne. Xate bang li Êzidiyan kir ku vegerin warên xwe û li axa xwe wedî derkevin. DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Gulizar Tuncer da zanîn cezayê girtîgehê yê muebbeta giran dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîne Îmraliyê dest pê kiriye û got:"Vê yekê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye. Navê vê yekê îşkence ye. Divê hemû saziyên li berxwe didin berpirsiyariyê bigirin ser xwe." DÎMEN HEYE
 
* Parêzvana mafên Mirovan Gulay Gun Bîlîcî, diyar kir ku niha bi navê "Ji bo girtiyên nexweş ên jin, 1000 jin" kampanyaya xwe didomînin û got: "Divê em zextê li siyasetmedaran bikin ku li ser rewşa girtiyên nexweş rawestin û bal bikişînin ser tenduristiya wan. Ji ber ku sedema mirinan dewlet bi xwe ye." BI DÎMEN 
 
*Hevalên rojnamegerên  10 meh in di girtîgehê de ne bal kişandin ser rewşa wan, banga hevkariyê kirin û gotin, “Li vir rojnamegerî tê darizandin. Her kesê ku bixwaze rojnamegeriyê bike, dibe ku bi heman xetereyê re rû bi rû bimîne.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên Taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê yên di salên 90'î de hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kirine têkildarî rojbûna wî wiha gotin: "Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan weke çirûska azadî û ronîdayîna gerdûnê tevahî ye."  BI DÎMEN