Kesên hatin binçavkirin dema binçavkirina wan dirêj kirin

  • 18:51 3 Nîsan 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Dema binçavkirina 19 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna  Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatin binçavkirin ku xebatkara Kovara Modernîteya Demokratîk Sema Korkmaz jî di nav de ye, 24 saetan hat dirêjkirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de xebatkara Kovara Modernîteya Demokratîk Sema Korkmaz jî di nav de 19 kes di serdegirtina malan de danê sibehê li Stenbol û Îzmîrê hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku 22 kesên hatine binçavkirin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" der heqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hat diyarkirin ku kesên ku 24 saetan hevdîtina wan  bi parêzeran  re hatiye astengkirin, dema binçavkirina wan jî 24 saetan hatiye dirêjkirin.
 
Herwiha hat ragihandin ku derbarê heman kesan de 24 saetan jî hevdîtina wan bi parêzeran re hatiye astengkirin.