Li Şehbayê ‘Parka Rêber Apo’ hat vekirin

  • 15:33 3 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Til Rifetê ya kantona Efrîn û Şehbayê bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ‘Parka Rêber Apo’ hate vekirin.
 
Meclisa Til Rifetê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li navçeya Til Rifetê ya kantona Efîn û Şehbayê parkek bi navê ‘Parka Rêber Apo’ vekir.
 
Şênî ji sûka Til Rifetê heya parkê meşiyan û li ser rê dar çandin. Li Parka Rêber Apo li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeyê Silava Hesen axivî û rojbûna Abdullah Ocalan li pîroz kir.
 
Silava diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya Abdullah Ocalan jin ji bindestiyê û koletiyê xelas dibin.
 
Silava 4’ê Nîsanê li Abdullah Ocalan pîroz kir û soz da ku ji bo şikandina tecrîdê, heta ku çanda azadiyê li hemû cîhanê bibe tekane şêwazê jiyana azad dê têbikoşin.
 
Her wiha dar hat çandin û bi gerandina govendê şahî bi dawî bû.