Hejmara nû ya Newaya Jin hat weşandin

  • 13:49 3 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara Nîsanê ya Rojnameya Newaya Jin bi sernavê "Em hevrêyê jinan Ocalan silav dikin” derket.
 
Hejmara meha Nîsanê ya Rojnameya Newaya Jin a ku li Ewropayê derdikeve bi sernavê "Em hevrêyê jinan Ocalan silav dikin” derket. Rojnameyê di manşeta xwe de cih da daxuyaniya Koordînasyona PAJK'ê ya bîranîna Endama Dîwana Serokatiya Kongra Gel Raperîn Amed (Delal Azîzoglu).
 
Hejmara Nîsanê ya Rojnameya Newaya Jin dewlemend e. Li ser 4’ê Nîsanê, erdhej û rojeva hilbijartinê gelek gotar û meqaleyên balkêş hene.
 
Rojnameyê nêrînên aktîvîstên enternasyonalîst ên Spanî, Îtalyayî û Fransî yên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir manşeta xwe. Sîcîlyayê Virginia, Valenciayê Maria û Breton Luzî, sedema sempatiya xwe ya ji bo Abdullah Ocalan vedibêjin û derbarê tecrîd û pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de jî nirxandinan dikin.
 
Sevda Can di nivîsa xwe ya bi sernavê "Sê pîzot, sê zayîn" de behsa civaka Kurd a ku ji aliyê Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan ve ji nû ve hatiye avakirin û nirxên civaka xwezayî ya dayik û jinê dike.
 
Gotareke din a 4’ê Nîsanê ji aliyê Rojbîn Ekîn ve bi sernavê “Zayîna sêyem hêviya azadiyê ya gelan û jinan e” hatiye nivîsandin. Nivîskar bal kişand ser berxwedana 24 salan a Îmraliyê ya Abdullah Ocalan û bi bîr xist ku Abdullah Ocalan di bin tecrîda mutleq de bi paradîgmaya jina azadîxwaz a ekolojîk a demokratîk bersiv da komplogeran.
 
Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr ku li ser erdhej û encamên erdhejê nivîsî got: "Encamên wêranker ên erdhejê siyasî ne."
 
Nivîskar Heja Zerya bi sernavê “Operasyona 'paqijkirina' demografî! Hem erdhej û hem jî tevna civakî ya ku piştî erdhejê dihat xwestin bê hilweşandin nivîsand. Nivîskar anî ziman ku mekanîzmaya dewletê mekanîzmaya îmha û qirkirina sîstematîk e û got ku operasyona paqijkirina demografîk hatiye destpêkirin.
 
Nivîskara mêvan Fîlîz Koçalî bal kişand ser rola sereke ya gelê Kurd a di hilbijartinên 14'ê Gulanê de.
 
Li ser rûpela Jîneolojiyê; Hûrguliyên lêkolîna hişyariyê ya ku ji aliyê Koma Lêkolînê ya Jîneolojiyê ya Katalonyayê ve bi sernavê "Jin û serdema Franco" hatiye kirin, cih girt.
 
Roza Metîna di gotara xwe ya vê mehê de; bi bîr xist ku di 8'ê Adar û Newrozê de peyama xurtkirina yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd derketiye pêş û ev yek hêzeke girîng e ku wê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bike. Nûrhak Gûlbahar jî bi sernavê 'Hêviya azadiyê ji her demê geştir e’ analîzek kir.
 
Rojnameyê her wiha bi dirêjî behsa rêwîtiya jiyana hunermenda şoreşger a Brezîlyayê Rojda Têkoşîn Dandara ya li Rojava dijî dike.
 
Nûdem Têkoşer di gotara xwe ya li ser şoreşa çandî ya Rojava de jî bal kişand ser şano û sînemayê. Nivîskar behsa zindîbûna rola jinan di vî warî de kir.
 
Nivîsa bîranînê ya vê mehê jî ji aliyê Jiyan Amargî ve hate nivîsandin.