Ji TJK-E peyama 4'ê Nîsanê

  • 13:20 3 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 4'ê Nîsanê TJK-E daxuyaniyek da û got: "Em bang li her kesî dikin ku her rojê bikin roja berxwedanê û her cihî veguherînin qada azadiyê."
 
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Ev rojbûna ku li gundê Amara yê Kurdistanê pêk hat, bû zayîna şiyarbûna gel a jiyanê, bi jiyanê re hevdîtin pêk hat. Ji bo me nirxekî mezin e ku em vê roja jidayikbûnê pîroz bikin, bawerî û biryardariya di meşa azadiyê de, nirxên têkoşînê, azadiyê ji nû ve fêhm bikin. Bi kurtasî rastiya Rêbertî ya 4'ê Nîsanê fêmkirin ji bo me nirxekî mezin e.
 
Hêzên modernîteya kapîtalîst her çendî bi komploya hovane ya 25 sal berê xwestin meşa azadiyê ya Rêber Apo pêş xistiye asteng bikin jî, lê nekarîn bi ser bikevin. Rêber Apo komplo û tecrîda navneteweyî veguherandiye zayîneke mezin a dîrokî û civakî. Ji nû ve şîrovekirina gerdûn, dîrok, civak û jinê, ji bo Tevgera Azadiyê perspektîfeke nû ya têkoşînê afirand.
 
2 sal in em bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nagirin. Weke Gelê Kurd û jinên Kurd ev rewş fikarên me yên li ser tenduristî û ewlekariya Rêber Apo kûrtir dike. Konsepta îmha-înkar û tasfiyeyê ya stratejîk a ji aliyê hêzên mêtînger, hegemonîk ên herêmê û cîhanê ve hatiye pêş xistin bi taybetî li ser Rêber Apo tê meşandin. Tecrîd, zext û polîtîkayên herî giran li Îmraliya ku bi zagonên taybet, derhiqûqî tê birêvebirin, di asta herî jor de tê meşandin. Li ser vê bingehê em helwesta saziyên navneteweyî bi taybetî CPT’yê ya li hemberî van pêkanînên dijmirovî û derhiqûqî bi tundî şermezar dikin û bang li van saziyan dikin ku erka xwe pêk bînin. Em ti carî hînê dîlgirtina Rêber Apo nebûn û em ê nebin jî. Weke jinên Kurd em bang li her kesî dikin ku bi dirûşmeya 'Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye!' di çarçoveya pêngava 'Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin' di sala 2023'yan de têkoşînê mezin bikin û di tevahiya meha Nîsanê de tevlî kampanyaya nameya ku me ji bo Rêber Apo daye destpêkirin bibin. Werin em deng, fikir û hestên xwe bi Rêber Apo re parve bikin û em li dora Rêber Apo kom bibin.
 
Di vê wateyê de em îsal 4’ê Nîsanê ku jidayikbûna dîrokî ye bi kêfxweşî û coşeke mezin pêşwazî dikin û bi coşa şoreşgerî û baweriya xwe ya bi serketinê pîroz dikin. Em bang li tevahî gelê xwe, di serî de jin û ciwanan dikin ku ji 4’ê Nîsanê û pê ve her roj bikin roja berxwedanê û her cihî bikin qada azadiyê. Bi coşa vê jidayikbûnê em hemû jinan silav dikin, mîna 8'ê Adarê û Newrozê em bang dikin ku vê rojê bi bilindkirina têkoşîna berxwedanê ya li dijî Dehaqên zalim li qadan bi dirûşmeya azadiyê bilind bikin."