Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî 4'ê Nîsanê pîroz kir

  • 13:08 3 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê, 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir.
 
Bi boneya 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê daxuyaniyek da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "4'ê Nîsanê roja vejîna nîştimanî, xwîşk û biratiya gelan e Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe Gelê Kurd ji çewisandin û tunebûnê xilas kir.
 
Rêber Abdullah Ocalan ji rêberên din cudatir e ji ber ku ne tenê xizmeta gelê xwe kir, lê belê xizmeta hemû mirovahiyê kir. Rêber Abdullah Ocalan bi pêşkêşkirina fikrê neteweya demokratîk rêya mirovahiyê ronî kir ku di pêvajoyên herî zehmet û aloziyên herî girêk re derbas dibe. Her wiha mirovahî ji tarîtiyê xilas kir.
 
Di encama vê berxwedanê de dewleta Tirk ew dîl girt, ji mafê azadiyê bê par hişt û tecrîdeke giran lê ferz kir, lê tevî wê jî Rêber Abdullah Ocalan berxwedana xwe ya dîrokî kir, jêdera zanîn, felsefe û zanistê.
 
Tevî tecrîdê ku ji bo fikrê Rêber Abdullah Ocalan negihêje cîhanê hatiye ferzkirin, lê divê cîhan hêdî hêî ji xewê şiyar be. Xwedî li vî fikrî bê hempa û peyamên wî yên demokrasiyê, aştiyê û biratiya gelan derkeve. 
 
Bêguman, Gelê Kurd ê ku azadî, hebûn û aramiya xwe di jiyan û hebûna Rêber Abdullah Ocalan de dîtiye, di pîrozbahiya Newroza îsal de li Kurdistanê û seranserî cîhanê, piştgiriya xwe bi rêberê xwe re rave kir û soz da ku heta dawiyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê berdewam bike.”