Şandeyek jinên Rojavayê Kurdistanê çûn Başûrê Kurdistanê

  • 11:32 3 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyek ku seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed jî di nav de ye, li Başûrê Kurdistanê ye. Şande bi jinên Tevgera Goran re civiyan û serdana qeymeqama Helebceyê jî kirin.
 
Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed bi şandeyekk jinên Rojavayê Kurdistanê re du roj in li Başûrê Kurdistanê ye. Şandeya Rojavayê Kurdistanê bi armanca serdana rêxistinên jinan bikin û peywendiyên di navbera jinên Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê de li Başûr e.
 
Duh şandeya jinan a Rojavayê Kurdistanê serdana jinên Tevgera Goran kir û ji aliyê seroka Fraksiyona Goran a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd ve hate pêşwazîkirin.
 
Piştî civînê Îlham Ehmed kefiya jinên YPJ’ê pêşkêşî jinên Goran kir û piştre daxuyaniyek çapemeniyê da. Îlham Ehmed got; “Ev kom civînên di navbera jinan de li Rojava û Başûr ên li ser bingeha mijarên hevbeş gelek girîng in. Komcivînên li ser jiyana jinan rêkupêk bike girîng in, li ser vê bingehê gelek rojevên mezin û girîng wek berpirsyarî dikevin ser milê jinan. Ji ber ku divê serdema dîrokî de ku Kurd ber bi çarenûsa xwe ve diçe, di vê çarçoveyê de di nav deskeftiyên Kurdan ên heyî de şoreşek jinan heye, li Rojava û Başûr piştî şoreşê avêtina gava paşde xeteriyek mezin e. Ji bo ku em bikaribin di vî warî de hem rêxistinên jinan bên gel hev, mijarên jinan, kuştin û wekheviya jin û mêran van mijarên ku jiyana civak û jinan elqeder dikin, ev civîn cihên kêfxweşiyê ne. Ji bo ku ji vir û şûn de jî em bikaribin têkoşînên hevbeş bikin, em bi hev re civiyan. Em spasiya tevgera Goran dikin, têkoşînek siyasî didin meşandin û dîrokek wan a kevin heye.”
 
Endama Odeya Siyasî ya Tevgera Goran Saze Ebdula jî axivî û got; “Me di civînê de behsa pirsên jinan ên li her çar parçeyên Kurdistanê kir. Li ku derê Kurdistanê jin werin çewisandin, weke ku hemû jinên Kurdistanê bên çewisandin e. Divê ji bo azadî û serkeftina jinan li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê mezin bikin.”
 
Piştî civînê şandeya Rojavayê Kurdistanê bi nûnerên Kongreya Star, endamên Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê serdana qeymeqamtiya Helebceyê kirin. Her du alî li ser girîngiya rêxistinkirina jinan û dewamkirina xebata ji bo azadiya jinan axivîn.
 
Piştre şandeya Rojavayê Kurdistanê serdana bîrdariya Helebceyê kir. Serdanên şandeya jinan a Rojavayê Kurdistanê wê ji bo rêxistinên jinan û partiyên li Başûrê Kurdistanê dewam bikin.