Li Kerkûkê rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin

  • 11:25 3 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kerkûkê bi amadebûna jin û ciwanan rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.
 
Duh êvarî li taxa Rehîmawa ya Kerkûkê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadîxwaz ya Kurdistanê (RJAK), Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Azadî ya civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.
 
Tevî ciwanan bi dehan jin amade bûn, beriya ku axaftin werin kirin deqeyek rêz ji bo hemû cangoriyan hate girtin û piştre li ser têkoşîna Abdullah Ocalan axaftin hatin kirin.
 
Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Abdullah Ocalan hate nîşandan.
 
Di dawiyê de jî bê navber dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" hate bilindkirin û roja dayîkbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.